‘Tirkiye dijminatiya Xwedê dike’

Xîtaba înê ya ku îro li Mizgefta Qasimlo ya bajarê Qamişlo der barê çalakiya greva birçîbûnê ya têkoşer Leyla Guven û girtiyên siyasî yên di girtîgehên dagirkeriya Tirk de û kiryarên dagirkeriya Tirk bi mafên gelê Kurd de hate dayîn, bal kişand.

Îro, bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo ya taxa rojavayê bajêr berê xwe da mizgeftê da ku nimêja înê bikin. Mele Şêx Mihemed El-Qadirî beriya nimêjê xîtabî cemaetê kir û di xîtaba xwe de îşaret bi gelê Kurd kir ku ji sed salan ve da ku mafên xwe bi dest bixe, tê dikoşe û wiha got: "Ev maf mafên li gorî hemû ol û bawermendiyan rewa ne. Bi hemû rêbaz û rêyan mêtingeran hewl dida hebûn û nasnameya gelê Kurd qir bike, lê ta niha nikarîn vê bikin."

Mihemed El-Qadirî raber kir ku gelê Kurd bi hemû heyînên xwe da ku mafên xwe bi dest bixe têkoşîn kir û dev ji ya xwe jî bernade û got têkoşîna gelê Kurd hê jî didome. El-Qadirî wiha diyar kir: "Îro bi sedan ji gelê me yên di greva birçîbûnê de ne, di girtîgehên dagirkeriya Tirk de siyaseta dagirkeriya Tirk a faşîst a ku daîm hewl dide mafên me daqurtîne, şermezar dikin. Xwestekên mafan ji mafên ku Xwedê dane me, em jî li gorî rêbazên Xwedê mafên xwe dixwazin. Lê mêtinger vê binpê dikin û îdiaya alîgiriya şerîetên ola îslamê ya henefî dikin û wiha lê zêde kir: "Ew (Tirkiye) dijminatiya Xwedê dikin û ola îslamê xistiye bin lingên siyaseta xwe. Her wiha wek gelê Kurd mafên xwe daxwaz dikin û ev mafên rewa ne di ola îslamê de û ayetên Qurana pîroz nîşaneya vê ne."

Di berdewama xîtabê de El-Qadirî got Tirkiye bi rêya ajandeyên xwe hewl dide ji nû ve desthilata Osmanî di bin sîwana ola îslamê de vegerîne û ji mafê xwe dibîne ku mirovan bike kole, bizilîmine û bikuje. Ji lew re êrîşî gelê Bakurê Kurdistanê û Efrînê dike. Her wiha jî zarok û jin kuştin û xaka wan jî dagir kir. Ev hemû binpêkirin ne ji bo aştiyê ne, lê ji bo berjewendiyên xwe ne û wiha pê de çû: "Şêniyên Efrînê misilman in, hê jî misilman in û bi Xwedê dizanin."

Şêx Mihemed El-Qadirî îşaret pê kir ku Erdogan ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî amade ye ola xwe bifiroşe, mezheba xwe biguhere û heta rengê xwe jî biguhere û xwe biavêje ber lingên Rûsya û DYA’yê ji bo berjewendiyên xwe.

Di dawiyê de Mele Mihemed El-Qadirî bang li hemû zanyarên ola îslamê li cîhanê û neteweya îslamê kir û wiha domand: "Hûn li ku derê ne oldarên ola îslamê ji bo kiryarên Tirkiyê bi navê îslamê? Ka neteweya îslamê ji van binpêkirinên ku Tirkiyê bi navê îslamê dike? Hûn li ku derê ne, Erdogan zarok û jinên me bi navê ola îslamê dikuje, hûn li ku ne?"

Piştî bidawîkirina xîtabê, nimêja înê hate kirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din