`Tirkiye dixwaze bi gefan pirsgirêkên xwe yên hindirîn paşguh bike’

Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Efrînê Mihemed Reşîd got: “Gefên Tirkiyê yên ji bo dagirkirina kantona Şehbayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê hewldaneke. Armanc ew e ku pirsgirêkên xwe yên hundirîn paşguh bike.”

Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê şaxê Efrînê Mihemed Reşîd ji ajansa me re bûyerên li idlibê rû didin û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand. Reşîd got: “Bûyerên ku li Idlibê rû didin, tevlîheviyek e. Komên tundrew ên ku Tirkiye desteka wan dike, berpirsên vê tevliheviyê ne. Mirova nikare texmîn bike ku dê çi li eniyên Idlibê rû bide. Ti pêşketinek balkêş tune ye.”

Reşîd diyar kir ku hindek hêzên bêalî girêdayî Idlibê hene û wiha axivî: “Lê ev nayê wateyê ku  li çareseriyek siyasî digerin. Berovajî wê û ji ber nakokiya li ser berjewendiyan, dibe ku bibin sedema dirêjkirina temenê şer. Hemû dihesbînin ku bûyerên li Idlibê rû didin şerên şikandina hestiyan e. Ev jî wek çareserî nayê hesibandin."

Mihemed Reşîd di berdewama axiftina xwe de wiha got: “Bidûrxistina hêzên demokratîk ên Sûrî ji qadên navdewletî wê encam negire. Hêzên ku dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê amranc dikin, beşdarbûna hêzên demokratîk  naxwazin."

Reşîd têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha got: “Tirkiye bi armanca paşguhkirina pirsgirêkên xwe yên hindirîn, gefên dagirkirinê li herêma Şehba û berêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Hemû dizanin ku Tirkiyê piştî peymana kirîna S- 400 û vekolandina gazê li Deryaya Spî, di nav aloziyên hunidrîn de ye.”

Reşîd dibîne ku gerên James Ceffrey û berpirsên Emerîkî tenê di çarçoveyekê de ne û got: “Dixwazin ji Tirkiyê re bêjin ku rola wî di warê têde dixebite, tune ye. Nabe dewleta Tirk bê Koalîsyona Navdewletî û Rûsyayê xetekî ji xwe re diyar bike.”

Têkildarî civîna di navbera Israîl, Emerîka û Rûsyayê de, Reşîd got: "Di wê civînê de beşdaran li ser derxistina Tirkiyê û Îran ji Sûriyê lihev kirin."

Reşîd destnîşan kir ku çareserî dê ji hêla xwediyên projeyên aştiyane û demokratîk ve bê û wiha pê de çû: “Lewra em tevlîkirina hêzên demokratîk gelek girîng dibînin. Mirov dikare li ser wê esasê demokrasiyê ava bike."

Di dawiyê de Reşîd got: "Idlib kilîta çareseriyê ye. Eger çareserî ne siyasî be, wê demê alozî dê weke ku di destpêkê de ye xuya bike û dê nikaribin ji daîreya girtî ya Sûriyê derkevin."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din