‘Tirkiye dixwaze bi hinceta herêma “ewle” serdema Osmanî vegerîne’

Şêniyên El-Keramê yê gundewarê rojhilatê Reqayê projeya Tirkiyê ji bo avakirina herêma “ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û wiha gotin: “Dewleta Osmanî 400 sal herêm dagir kir. Ji ber wê ew nahêlin ku dewleta Tirk bi hinceta herêma ewle, herêmên wan ên ewle dagir bike.”

Tevahiya planên Tirkiyê li Sûriyê, bi taybet li Idlibê ya girêdayî herêma “bêçek” têk çûn. Piştî wê niha jî dixwaze planên xwe bi hinceta avakirina herêma “ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkbîne.

Şêniyên El-Keramê yê gundewarê rojhilatê Reqayê projeya Tirkiyê ji bo avakirina herêma “ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û wiha gotin: “Dewleta Osmanî 400 sal herêm dagir kir. Ji ber wê ew nahêlin ku dewleta Tirk bi hinceta herêma ewle, herêmên wan ên ewle dagir bike.”

Şêniyê bi navê Casim El-Ebas ji şêniyên herêma El-Keramê ye. El- Casim got: "Tirkiye dixwaze bi hinceta herêma “ewle” planên xwe yên dagirkirinê pêk bîne. Lê çi dibe bila bibe em nahêlin ev pêk were."

El-Ebas diyar kir ku Tirkiye ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe û ji bo dirêjkirina temenê aloziyê naxwaze ewlehî li Bakurê Sûriyê serwer be.

Di dawiyê de El-Ebas teqez kir ku ew her mudexeleyek derve li ser herêmê red dikin, bi taybet ji hêla Tirkiyê ve, ji ber ku ew naxwazin terora DAIŞ`ê carek din veger herêmê.

Şêniyê bi navê Saêr El-Abdullah got: "Tirkiyê îro dixwaze dagirkeriya Osmanî ji nû ve vegerîne Sûriyê. Herêma ku Tirkiye hewl dide li Bakurê Sûriyê ava bike, dixwaze wek amûrekê bi wê mebestê bi kar bîne."

El-Abdullah destnîşan kir ku piştî rizgarkirina Reqayê û gundewarên wê, ewlehî li herêmê serwer e û wiha domand: "Bi saya fedekariyên YPG, YPJ û QSD`ê herêmên me ji terorê rizgar bûn û em di nav ewlehiyê de ne."

(şx)

ANHA


Mijarên Din