Tirkiye û guhertina demografî..lîstoka eşkere di nav bêdengiya navdewletî de

Planên qirkirin û guhertina demografî ku dewleta Tirk li dijî Kurdên li Sûriyê pêk tîne, êdî ji kesekî re eşkere ne. Rejîma Tirkiyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan li pêşberî çavê her kesî lîstokan dike, lê her kes temeşevan dimîne. Li gorî şîrovekarên siyasî, Erdogan polîtîkeya tinekirina Kurdan dike, bêyî kes bipirse an hesab jê bixwaze.

Rejîma dewleta Tirk a bi serkêşiya serokê wê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya êrişên xwe yên qirkirinê li dijî gelê Kurd ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hewl dide bi rêya "Herêma ewle" projeya xwe ya valakirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji niştecihên xwe yê resen pêşkêş bike.

Çavdêr, projeya Erdogan a "Herêma ewle" mîna kopiyeke ji projeya li ser xaka Filistînê têne kir dinirxînin, ku li herêmên li ser sînor jîngehan têne avakirin û herêmê ji niştecihên wê yê resen têne valakirin. Li Efrînê dewleta Tirk piştî cihên wê yên dîrokî xirab kir û guhertina demografîk kir niha hewl dide heman siyasetê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

Tirkiyê bi gelek awayan hewldanan dike da ku projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pûç bike, hin ji wan, koçberkirina bi darê zorê, wêrankirina bi sîstematîk a herêmên kurdî û parçekirina civakên herêmî, her wiha rêgirtina li pêşiya sivîlan ku vegerin herêmên xwe. Ev yek di planên guhertina demografîk û qirkirina etnîkî li herêmên dagirkirî mîna Girê Spî û Serêkaniyê de eşkere dibe, ku hemû pêkhateyên li wir dixe xeteriyê. Civaka navdewletî jî li hemberî van sûcan dengê xwe dernaxe tenê temaşe dimîne.

Girêdayî vê mijarê doktorê di warê qanûna navdewletî de yê filistînî Ebdulkerîm Şibîr anî ziman ku mafê Tirkiyê tineye û ti hincetên qanûnî jê re tinene ku destwerdanê li Sûriyê bike, destwerdana wê êriş û dagirkirin e û wiha axivî: "Êrişa leşkerî ya ji aliyê Tirkiyê ve li dijî qanûnên navdewletî ne, divê herêmên ku Tirkiyê êrişê wî kirine wekî herêmên dagirkerî lê were meyzandin û li gorî qanûnên navdewletî mirovî nêzîkatî li beramberî wê were kirin. "

Dr. Ebdulkerîm Şibîr bal kişand ku "Beriya niha jî me ragihandinbû ku ev êriş dikevin çaroveya sûcên şer û binpêkirineke xeternak ji qanûnên navdewletî û hevpyamana Romayê re ye, ku dagirkirin û destwerdanê bi tundî sûcên şer e û divê ev dewlet ji ber van sûcên ku pêk tîne werin muhasebekirin."

Şibîr bi bîr xistin ku êrişên Tirkiyê di qanûnên navdewletî de nayên qebûlkirin û got, divê Sûriyê civîneke awarte ji Neteweyên Yekbûyî û Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bixwaze da ku der barê sûcên Tirkiyê de biryar bistîne.

Dr. Ebdulkerîm Şibîr destnîşan kir ku pêwîste saziyên hiqûqî û dewletên cîhanê banga girtina biryarekî li gorî qanûnên mafên mirovan û qanûnên cînayatan  ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê bikin û van kiryaran wekî sûcdar bibînin.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê Filistînê Mihemed Ebû Mihadî anî ziman ku "Erdogan dikator e, planên wê yên di Sûriyê û welatên cîhanê mîna Iraq, Lîbya û Qibirsê de venaşêre. Hîna jî planên firehbûnê di mejiyê wê de ne. Erdogan li ser pêşeroja xwe ya siyasî di metirsiyê de ye, bi taybet piştî sereftina opozisyona Tirkiyê di lihbijartinên şaredariyan û parçebûna gelek kesan ji AKP‘ê  ya serwer li Tirkiyê."

Ebû Mihadî ev tişt jî li axaftina xwe zêde kir: "Erdogan li ser mijra Kurdan qumarbaziyê dike, hewl dide guhertina demografî li Bakurê Sûriyê çêbike ku penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê wan şûna wan bi cih bike, texmîn dike ku ew ê bi vê yekê dosyaya kurdan bigire û hêz û bandora wan di hilbijartin û siyaseta li Tirkiyê bi sînor bike, her kesî dijminê xwe dibîne. Dîsa Erdogan li şûna ku mijara hemwelatiyê û wekheviya mafan pêş bixe her kesî santajî dike û mafên wan ji dest wan dibe mîna bi sere serokên şaredariyên Kurd kirî ku derdora 30 serokên şaredariyan, her wiha rojnamevan û çalakvanên muxlefetê ji erkên wan rakirin. Kiryarên wî gihişt asta ku destekê bibe rêxistinên terorîst da ku fermandarên kurdan tesfiye bike, mînaka vê qetilkirina Hevrîn Xelef e."

Ebû Mihadî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku "Erdogan li Bakurê Sûriyê sûcên şer pêk tîne, tevahî cîhan şahidiya vê kir û bang lêpirsînê kir. Erodgan roj bi roj eşkere dibe û cîhan li sûcên wê yên li Sûriyê, Lîbya, Qibirs û Iraqê temaşe dike."

ANHA


Mijarên Din