‘Tirkiye hewl dide DAIŞ’ê zindî bike‘

Rêveberê Navenda Edaleta Civakî ya herêma Efrînê Feysel Hebeş banga darizandina çeteyên DAIŞ‘ê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtî, kir û got: “Tirkiye dixwaze bi gefên li ser herêmê DAIŞ’ê zindî bike.”

QSD’ê di pêngavên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi sedan çeteyên DAIŞ’ê girtin. Di pêngava dawî ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê de jî bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê xwe radestî şervanên QSD’ê kirin. Niha bi hezaran çete ku piraniya wan ji welatên Asya û Ewrupayê ne, li cem Rêveberiya Xweser girtî ne. Rêveberiya Xweser bang li welatên biyanî kir ku çeteyên hemwelatiyên xwe wergirin. An jî li herêmê dadgehek navdewletî ava bikin. Lê dewletan ne dadgeh da avakirin ne jî çeteyên hemwelatiyên xwe girtin.

Rêveberê Navenda Edaleta Civakî yê herêma Efrînê Feysel Hebeş li ser mijarê ji ajansa me re axivî.

‘Divê çeteyên DAIŞ‘ê li ser xaka Rojava werin darizandin‘

Hebeş destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ‘ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku demekê dagir kiribûn sûcên herî hovane, kuştin, revandin û koçberkirin pêk anîn û wiha got: “Kesên ku destê wan di rijandina xwîna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene, divê li herêmê sûc kirine werin darizandin. Ev gava herî bi edalet e ji bo gelên herêmê. Divê dewletên cîhanê û rêxistinên hiqûqî destekê bidin avakirina dadgehê."

‘Tirkiye bi gefên xwe hewl dide DAIŞ‘ê zindî bike‘

Feysel Hebeş bal kişand ser gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha axivî: “Dagirkeriya Tirk bi gefên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide ferzendekê bide çeteyên DAIŞ‘ê da ku xwe ji nûve kom bikin û li herêmê belav bibin. Çeteyên mîna El-Qaîde û DAIŞ li herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de çalakin. Heger Tirkiye dest bi êrîşê bike, dê ew komên çeteyan jî êrîşî herêmê bikin.”

‘Tirsa herî mezin a Tirkiyê ew e ku DAIŞ li herêmên Bakurê Sûriyê were darizandin’

Feysel Hebeş destnîşan kir ku avakirina dadgeheke navdewletî bi çavdêriya cîhanî li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê îtîrafeke fermî bi Rêveberiya Xweser  e û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Tirkiye hemû rêbazan bikartîne da ku darizandina DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê asteng bike. Da ku nehêle îtîrafeke navdewletî bi herêmê were kirin. "

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din