‘Tirkiye hewl dide Efrînê tev li xaka xwe bike’

Şêniyên Tirbespiyê ya herêma Cizîrê diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide ji nakokiyên ku niha li herêmê rû didin sûdê wergire da ku Mîsakî Millî ji nû ve zindî bike û îro Erdogan dixwaze senaryoya Lîwa Îskenderon dubare bike û Efrînê tev li nava axa Tirkiyê bike.

Dagirkeriya Tirk di kiryarên xwe yên mêtingeriyê li dijî Efrînê de berdewam e. Piştî dagirkirina Efrînê, guhartina demografîk û bicihkirina malbatên çeteyan di malên şêniyan de, dîwarê parçekirinê li derdora Efrînê da ku wê tev li xaka dewleta Tirk bike, lê dike. Di vê çaroveyê de şêniyên navçeya Tirbespiyê diyar kir ku armanc ji lêkirina dîwarê derdora Efrînê ew e ku wê tev li xaka Tirkiyê bike, wekî çawa Lîwa Iskenderon tev lê kiriye.

Girêdayî mijarê, şêniyê bi navê Silêman Hisên da zanîn ku hikumeta Tirkiyê li ser rêça dewleta Osmanî ya dagirkirina herêmên derdorê û berfirehkirina pêkanînên xwe li Rojhilata Navîn dimeşe. Her wiha diyar kir ku armanc ji dîwarê parçekirinê li derdora Efrînê, tevlêkirina nava xaka Tirkiyê ye û jê jî zêdetir bicihkirina çeteyên xwe û malbatên wan tê de ye.

Hisên îşaret pê kir ku hedefa sereke ya dagirkeriya Tirk tevlêkirina Efrînê nava axa xwe ye, wekî çawa li Lîwa Îskenderon, Antakya, Qibris û gelek herêmên dîtir kiriye û wiha dewam kir: "Ev hemû li pêş çavên cîhanê û dewletên Ewropayê yên ku şewqa kesk daye, pêk tên.”

Hisên tekez kir ku divê rejîma Sûriyê berpirsyariya vê yekê li hember kiryarên ku desthilata dewleta Sûriyê ya tevlêkirina bajarekî wê ya ji dewleta Tirk re tên kirin, hilgire û bang li tevahî gelan kir ku li dijî binpêkirinên mêtingeriya Tirk bisekinin.

Li aliyekî din jî Mihemed Abdulqadir Ezîz kiryarên dagirkeriya Tirk ên li Efrînê şermezar kir û wiha got: "Tirkiye hewl dide ji nû ve dîroka mezinên xwe ya dagirkirina Rojhilata Navîn bi gelemperî û herêmên Sûriyê bi taybet vegerîne da ku xêr û bêrên herêmê talan bike û vîna gelên wê bişikîne."

Ezîz destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide ji nakokiyên heyî sûdewar be da ku Mîsakî Millî vejîne û wiha domand: "Sûriye di dema serweriya Fransayê de parçeyî 5 dewletokan bû, Efrîn li gorî Mîsakî Millî girêdayî wîlayeta Helebê bû û wiha da zanîn: "Di referendumeke newekhev de ku fransiyan di sala 1939’an de li dar xistibû, beşdarên tê de alîgiriya tevlêbûna Lîwa Îskenderon a Tirkiyê nîşan da ku gel referendum jî nepejirandibû. Îro jî Erdogan dixwaze wê senaryoyê bi rêya tevlêkirina Efrînê ya Tirkiyê re ji nû ne dubare bike. Her wiha Efrîn dagir kir û çete tê de bi cih kirin da ku referendumê pêk bîne û Efrînê bistîne."

Di dawiyê de Mihemed Abdulqadir Ezîz tekez kir ku divê binpêkirinên Tirkiyê, komployên wê li dijî gelên herêmê, kiryarên dizî, talankirin û bikaranîna ola îslamiyetê wek amûreke dagirkirina herêmê bên teşhîrkirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din