Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe bi Wîfaq re lihevkirinek mohr kir

Çavkaniyan ji toreya El-Erebiye re ragihand ku wezîrê berevanî yê Tirkiyê  û serokê erkanê wê lihevkirinek leşkerî bi tugayên hikumeta Wîfaq a ku Terablusê kontrol dike, re îmze kirin da ku berjewendiyên Enqere yên li Lîbyayê pêk bîne.

Çavkaniyan got lihevkirin parastina berjewendiyên Tirkiyê li Lîbyayê dabîn dike û rê dide Tirkiyê da ku yekser mudexele bike.

Li gorî lihevkirinê, Tirkiye dê hêzek leşkerî nû li Lîbyayê ava bike û baregehek leşkerî ya Tirkî ava bike.

Her wiha ev lihevkirin parêzî dide hêzên Tirkiyê li Lîbyayê li hember her giliyekê û sifita dîplomasî dide zabitên tirkan da ku parêziya wan were misogerkirin.

(şx)


Mijarên Din