‘Tirkiye ji bo Suryan, Kurd, Ereb, Aşûr û Tirkmenan xeteriye’

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî got: “Her êrîşeke bigûman ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat dê gefê li tevahî herêmê bixwe.  Em baş dizanin ku armanca dagirkeriya Tirkiyê ew e ku ewlehî û aramiy pêkhateyên herêmê yên bi hevre dijîn xirab bike.”

Dewleta Tirk a dagirker piştî têkçûna DAIŞ’ê bê navber gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin ku Tirkiyê gefan li ewlehî û aramiya herêmê dixwe.

Derbarê gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Leşkerî ya Suryanî nameyek ji rêveberiya Emerîkayê re şand. Di nameyê de wiha hatiye nivîsîn: “Ti êrîşeke Tirkiyê li herêmê dê jiyana bi hezaran xiristiyanî têxe xeteriyê."

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebcer Yaqûb got: "Tirkiyê li ser tabloya mûzayîk a ji yekgirtina gelê Suryan, Kurd, Ereb, Aşûr û Tirkmenan hatiye çêkirin, xetere. Armanca Tirkiyê dagirkirina herêmê û şikandina vîna vê tabloya mûzayîk e. Ev tabloya xweşik di Rêveberiya Xweser a Demokratîk de hatiye çêkirin. Bi Rêveberiya Xweser re jî ewlehî û tevahî mafên pêkhateyên herêmê têne  parastin.”

‛Armanca Tirkiyê tinekirina hemû pêkhateyên ku li herêmê bi hev re dijîn e’

Ebcer Yaqûb diyar kir ku ew bi hevre bi yekîtiyê li hember çeteyên DAIŞ’ê sekinîn û wiha pê de çû: “Niha jî şerê şaneyên razayî dikin da ku careke din DAIŞ venegere. Her êrîşek Tirkiyê dê bibe sedema ji nû ve aktîvkirina şaneyên razayî yên DAIŞ’ê.”

Yaqûb, di derbarê gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, wiha got: “Em baş dizanin ku armanca dagirkeriya Tirk xirabkirina ewlehî û aramiya herêmê ye. Dewleta Tirk dixwaze hemû pêkhateyên ku bi hev re dijîn tine bike. Em dê li hember dijminatiya Tirkiyê bisekinin. Meclisa Leşkerî ya Suryanî ya ku nûnertiya Suryanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, bi birayên xwe yên Ereb û Kurd re şerê DAIŞ’ê kir. Tirkiyê li Efrînê û herêmên bakur ên ku dagir kirine, xirabî belav kir. Ji lewre em nahêlin ku ev xirabî li herêmên me dûbare bibe.”

‛Çarenûsa tevahî pêkhateyan bi hev ve girêdayî ye’

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kir ku çarenûsa tevahî pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev ve girêdayî ye.

Derbarê nameya ku Meclisa Leşkerî ya Suryanî ji rêveberiya Emerîkayê re şandiye de, Ebcer Yaqûb wiha axivî: “Bi rêya wê, me hewl da ku gefên dagirkeriya Tirkiyê ku dê bandoreke neyênî li pêkhateya Suryan bike, rave bikin. Di nameyê de hat tekezkirin ku çarenûsa tevahî pêkhateyên herêmê bi hev ve girêdayî ye. Heke ti zirar gihatş Kurdan dê bigihîje Ereb û Suryanan jî."

Di dawiyê Ebcer Yaqûb diyar kir ku têkiliya wan bi dewletên Ewrupayê re jî heye û got: “Em dixwazin bi van têkiliyan bidin fêmkirin ku gefên Tirkiyê û asta xeteriyên wê li ser pêkhateya Suryan û tevahî pêkhateyên herêmê hene.”

(bm)

ANHA


Mijarên Din