Tirkiye… Kurd di navbera krîza Koronayê û siyaseta hikumetê de

Bi belavbûna vîrusa Koronayê re, bi milyonan gelê Kurd û hin kêmnetewe li Tirkiyê  di nava metirsiyê de ne, nexasim hejmareke mezin ji gel bi zimanê tirkî nizane û ew tekane zimanê fermî yê li saziyên welat e.

Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) bang li desthilatên hikumeta Tirk, Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê kir ku hişyarî û agahiyên têkildarî vîrusa Koronayê bi zimanên din hî belav bikin jê jî bi zimanê kurdî.

Hevserokê şaxê bajarê Amedê yê HDP’ê Zeyyat Ceylan dubare bang li saziyên tenduristiyê yên li Tirkiyê kir ku zimanê kurdî jî bi kar bînin. Her wiha bang li saziyên tenduristiyê kir ku bi rêya dezgehên çapemeniyê yên herêm û malperan agahiyên nû yên têkildarî vîrusa Koronayê belav bikin. Ziyat bi rêya Tora Erebiye Net anî ziman ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bi zimanê kurdî gelek hûrgilî û dîmenên têkildarî awayên parastina ji vîrusa Koronayê belav kirin.

Ceylan wiha li axaftina xwe zêde kir: "Lê saziyên tenduristiyê û desteyên li Tirkiyê bi carekê zimanê kurdî bi kar naynin û gelek kesên ku li vir dijîn bi zimanê tirkî nizanin, lê divê her kes rewşa geşedanên têkildarî vîrusê bizane, lewma divê desthilat detayan bi zimanê dayika xwe bînin ziman.

Zeyyat Ceylan di dawiya axaftina xwe de got gelê Kurd kanala TRT Kurdî naşopîne, ji ber Kurdan wek terorîst wesf dike.

(eh)


Mijarên Din