Tirkiye li dijî sûriyan astengî, koçberkirin û ferzkirina bacan pêk tîne

Hikumeta AKP’ê dest bi çemberkirina li dijî penaberên Sûriyê bi rêya ferzkirina bac û firotina dermanan kir, tevî wergirtina Tirkiyê ya piştevaniyê ji dewletên Ewropayê ya pêşkêşkirina alîkariya bêpere ji penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê re pêşkêş dike.

Partiya desthilatê li Tirkiyê dest bi ferzkirina bacan li ser penaberên Sûriyê û firotina dermanan ruxmî piştevaniya wergirtina ji dewletên Ewropayê kir.

Li gorî rojnameya Hurriyet ya Tirkiyê, di civîna Desteya Biryargirtina Navendî ya AKP’ê ya nirxandina encamên hilbijartinên herêmî ya dawîn de, hin parlamenterên partiyê berteka neyînî der barê penaber û koçberên ji Sûriyê de îşaret kir û bang li siyaseta nû der barê wan de kir.

Girêdayî heman mijarê, Recep Tayyîp Erdogan daxuyand ku dê hin pêngavên nû der heqê sûriyên li Tirkiyê de pêk bînin. Ew jî 3 dosye ne; teşwîqkirina vegerê, koçberkirin û birîna bacan li nexweşxaneyan û firotina dermanan.

Erdogan got di hemû rewşan de niha dê li gel wan pêngavan nû di vî warî de hebin û dê pêngavên guncaw ên teşwîqkirina vegerê, koçberkirina wan û birîna bacan pêk bînin. Erdogan di warê hûrgiliyên bergiriyên ku dê van her 3 dosyeyan çawa pêk bîne de, tiştek eşkere nekir û ne jî rêjeya bacên ku werin birîn diyar kir.

Sûriyên li Tirkiyê piştî merheleya hilbijartinê di tundiya li ser pêkanîna qanûnan re derbas dibin. Piştî binkeftina partiya Erdogan li Stenbolê jî daxuyaniyên partiyê di warê koçberkirina sûriyan de hatin.

Mercên tund

Wezareta Karên Navxweyî ya Tirk dest bi ferzkirina mercên tund der heqê destûra xebitandinê de pêk anîn û di van demên dawîn de jî piranî daxwazên xebatê red kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê hejmara sûriyên li Tirkiyê 3 milyon û 605 hezar û 615 e û li hemû wîlayetan belav bûne.

(fr)


Mijarên Din