‘Tirkiye li Efrînê dîwaran lêdike û divê ku rejîm helwestê xwe diyar bike’

Berpirsê Komîteya Têkiliyên Doplomasî yê herêma Efrînê Mihemed Hesen diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê dîwaran li Efrînê lêdike da ku tevlî axa Tirkiyê bike. Mihemed Hesen ji rejîma Sûriyê xwest ku helwestê nîşanî binpêkirinên Tirkiyê bike.

Berpirsê Komîteya Têkiliyên Doplomasî yê herêma Efrînê Mihemed Hesen pêvajoya piştî têkçûna DAIŞ‘ê, berdewama zêdegaviyên Tirkiyê li Sûriyê û pêvajoya pêşeroja Sûriyê nirxand.

Mihemed Hesen diyar kir ku têkçûna çeteyên DAIŞ‘ê li Sûriyê dê wekî din gelek encamên baş bi xwe re bîne û wiha pê de çû: "Yek jê geşkirina fikrê demokratîk di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de ye. Her wiha çeteyên DAIŞ‘ê piştî berxwedaneke dîrokî ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve di aliyê erdîngarî de têk çûn. Lê şaneyên wê yên veşartî hîna zindî ne, ji ber ku fikirê DAIŞ‘ê beriya ku leşkerî be tundraw e. Ji ber vê yekê şerê li dijî şanyên veşartî hîna berdewam e. Divê neyê jibîrkirin ku Tirkiye hîna jî destekê dide şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê. Armaca wan ewlehiya herêmên rizgarkirî xirab bike."

‘Tirkiye ji bêdengiya Rûsyê sûd digire û dîwaran lêdike’

Hesen got: “Heger Tirkiye dîwarên çemento li kantona Efrînê lêdike, ev yek nîşan dide ku Tirkiyê ji bêdengiya Rûsya sûd digire û planên xwe yên parçekirina Efrînê ji Sûriyê pêk tîne. Dixwaze tevlî axa Sûriyê bike, wek Lîwa Îskenderon ku piştî demografiyayê wê guhret tevlî Tirkiyê kir."

Mihemed destnîşan kir ku Erdogan bi van siyasetan dixwaze pirsgirêkên xwe yên navxweyî veşêre û got: "Tirkiye hewl dide xaka Sûriyê tevlî xwe bike û rêya guhertina xwediyên erd û milkan demografiya herêmê biguhere. Her wiha  ji bo aboriya xwe xurt bike herêmên ku dagirkirine talan dike."

‘Heger Rejîm yekîtiya xaka Sûriyê dixwaze bila helwest nîşan bide’

Girêdayî bêdengiya rejîma Sûriyê li hemberî guhertina demografîk li herêmên Tirkiyê ku dagirkirine Mihemd got: “Heger rejîma Sûriyê bi rastî dixwaze yekîtiya xaka Sûriyê biparêze û divê helwestekî li hemberî binpêkirinên Tirkiyê û bêdengiya Rûsya nîşan bide. Divê Rejîm li gorî berpirsyartiya xwe ya dîrok be, ji ber xaka Sûriyê wekî hev e û bostek ji yek din  ne cuda ye.”

‘Divê gelê Sûriyê destekê bide diyaloga Sûrî-Sûrî’

Mihemed Hesen di dawiya axaftina xwe de got: "Herêm ber bi nakokiyên navdewletî ve diçe. Her aliyek dixwaze berjewendiyên xwe yên stratejîk pêk bîne û aloziya leşkerî gur bike. Em ji hemû Sûryeyiyên welatparêz re dibêjin piştgiriyê bidin diyalgên Sûrî-Sûrî. Da ku planên derve yên parçekirina Sûriyê têk neyên. Destûrek nû ji aliyê hemû pêkhateyan ve were danîn.”

(bb)

ANHA


Mijarên Din