Tirkiye: Me bi Emerîkayê  re li hev kir

Piştî bidawîbûna gera duyem a giftugoyan di navbera şandeya Emerîkî û Tirkiyê de girêdayî gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Enqerê got ew û Washington li ser avakirina navendên operasyonên hevpar ên di Tirkiyê de, gihiştine peymanekê. Hat gotin ku dê di van navendan de operasyonên ji herêma “ewle” re rêvebibin.

Ajansa Anadol a girêdayî hikumeta Tirkiyê ragihand ku Enqere û Washingtonê girêdayî avakirina navenda operasyonên hevpar di hundirê de Tirkiyê de li hev kirine, da ku gavên ragihandina herêma “ewle” li Rojhilatê Firatê û birêvebirina wê koordîne bikin.

Lê şandeya Emerîkî heta niha tu daxuyanî girêdayî deteyên lihevkirinê di navbera her du aliyan de nedaye.

(şx)

ANHA 


Mijarên Din