Tirkiye radestkirina cenazeyê Zekî Mibarek bi paş dixe

Malbata kesê filistînî Zekî Mibarek ku beriya çend hefteyan li Stenbolê di zindanê de kuştî hate dîtin, tekez kir ku desthilata Tirkiyê radestkirina cenaze dereng dixe ku ev jî paşxistina sêyemîn e da ku şopên îşkenceyê yên ser cenaze werin veşartin.

Xwişka kesê filistînî Zekî Mibarek, Senaa Ebû Sîbîtan ji televîzyona El-Erebiyê re got: “Tirkiye hewildana veşartina şopên sûcdariya ku der heqê birayê min de kiriye, dike. Ev yek jî ji her kesî re zelal e.”

Senaa wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ji bo radestkirina cenazeyê Zekî Mibarek, derveyî veşartina şopên sûcdariyê û nixumandinê, sedem tune ne."

Her wiha birayê Mibarek, Zekeriya Mibarek jî tekez kir ku heta niha malbatê encamên rapora tenduristiyê ya têkildarî cenazeyê birayê xwe wernegirtiye. Zekeriya Mibarek destnîşan kir ku malbata wî der barê doza kurê xwe de, da ku raya giştî bixe nava tevgerê, dê rêzeçalakiyan bi rêxistin bike.

Zekeriya Mibarek tekez kir ku malbata wî nameyek ji Neteweyên Yekbûyî re pêşkêş kiriye, her wiha dê nameyeke din ji Camiya Dewletên Erebî re, da ku rastiya cenazeyê were kifşkirin, pêşkêş bikin.

Li ser vî esasî malbata Zekî Mibarek li pêşiya Balyozxaneya Tirkiyê ya Londonê, da ku cenazeya kurê xwe wergirin, çalakiyek li dar xist.

Têkildarî mijarê malbata Zekî Mibarek îdia dike ku Tirkiye Zekî Mibarek di zindana xwe de piştî bi îdiaya sîxuriyê ji dewleta Îmaratê re dike,, ew girtin û Zekî Mibarek kuştin. Di vê derbarê de Tirkiyê îdia dike ku Zekî xwe kuştiye, lê nayê bawerkirin, bi taybet dema ku parêzerê Zekî Mibarek agahiya derxistina ji bo 2 rojan ji zindanê dabû wî.

(eh)


Mijarên Din