‘Tirkiye serdestiya Iraqê binpê dike, divê sînorek jêre were danîn’

Endamê Mala Êzidî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mahmud Reşo diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe serdestiya Iraqê binpê dike, divê jê re sînor bê danîn. Reşo got: "Hemû dizanin ku murşidê DAIŞ`ê Erdogan e. Zihniyet û karên dagirkeriya Tirk hema rêbaza çeteyên DAIŞ`ê ye."

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser gelek herêmên Iraqê didomîne. Bi vê yekê peymanên navneteweyî û serdestiya Iraqê binpê dike. Her wiha bi taybet şêniyên Şengalê yên Kurdên Êzidî dike hedef. Êzidiyên Şengalê rastî komkujiyên DAIŞ`ê hatin. Vê carê jî fermandarê YBŞ`ê hate hedefgirtin.

Di vî warî de endamê Mala Êzidî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mahmud Reşo got: "Êrişa dewleta Tirk li dijî axa Iraqê ne nû ye. Dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e. Gundên êzidî li Efrîn û Serêkaniyê kirin hedef. Şêniyên wan herêman dan koçberkirin û êrişa xwe li dijî Şengalê dubare kir."

Reşo diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker piştî têkçûna DAIŞ`ê, hewl dide tola wan hilîne. Reşo got: “Lewra dem demê Şengalê dike hedef. Şêniyên Şengalê ji bo ku Şengalê biparêzin hêzek ji xwe ava kirin. Em hikumeta Iraqê rexne dikin û jê dixwazin carek din mîna van êrişên dubarekirî qebûl neke. Ji ber ku serdestiya dewleta Iraqê ya navendî binpê dike."

Endamê Mala Êzidî Mahmud Reşo  wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji dewletên cîhanî dixwazin ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî me rawestînin. Hemû dizanin ku Erdogan murşidê çeteyên DAIŞ`ê ye. zihniyet û karên êrişkera Tirk dike, heman rêbaza çeteyên DAIŞ`ê ye."

(şx)

ANHA


Mijarên Din