‘Tirkiye Sûriyê parçe dike, rejîm jî lê temaşe dike’

Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê ji sala 1972‘yan ve xaka Sûriyê parçe dike û rejîma Sûriyê jî li vê yekê temaşe dike. Şêniyan bang li gelê Kurd kir ku li hemberî polîtîkayên dagirkeriya Tirkiyê rabin ser pêyan.

Dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên xwe yên dijberî gelê Sûriyê, bi taybet li dijî Efrînê didomîne. Beriya hefteyekê dest bi lêkirina dîwaran bi dirêjahiya 70 km li derdora Efrînê kir. Tevî ku Efrîn beşek ji xaka Sûriyê ye, lê rejîma Sûriyê li hemberî wê bê deng e.

Lêkirina dîwaran ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve gaveke ne nû ye, beriya niha Tirkiyê dîwarek bi dirêjahiya 800 km di navbera sînorê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê de lê kiriye. Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re di 19‘ê Tîrmeha 2012‘an de dagirkeriya dewleta Tirk binpêkirinên xwe yên li dijî gelê herêmê ranewestandin. Cotkarên li ser sînor dixebitin, dike hedef.

Şêniyên bajarê Qamişlo diyar dikin ku binpêkirinên Tirkiyê li gel bêdengiya rejîmê zêdetir dibin û gihaştine asta ku xaka Sûriyê parçe bike. Şêniyan got mînaka vê yekê jî ku niha li Efrînê dîwaran lê dike da ku ji Sûriyê qut bike û tev li xaka xwe bike.

Kurê wê qetil kirin

Jina bi navê Sîham Rehî ji bajarê Qamişloyê ye. Mala wê li nêzî sînorê di navbera Qamişlo û bajarê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê de ye. Sîhamê got leşkerên artêşa Tirk a dagirker beriya 5 salan kurê wê yê 13 salî qetil kir û wiha tîne ziman: "Tirkiyê beriya 3 salan di navbera me û xelkê me yê li Nisêbînê de dîwar lê kir, yek rêxistinê dengê xwe nekir. Îro dîsa destê xwe dirêj dike û dîwarê qutkirina Efrînê ji Kurdistanê lê dike."

Jina bi navê Rabîa Qewas jî diyar kir ku Tirkiye dixwaze Efrînê ji Sûriyê qut bike û wiha got: “Divê gel li hember van siyasetan serî rake, bi taybet gelê Kurd ê şoreşger. Lêkirina dîwaran li derdora Efrînê encamên lihevkirinên siyasî di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de ye. Di çarçoveya van lihevkirinan de Idlib li beramberî Efrînê xistin bazaran û tev li Tirkiyê kirin. Destê rejîmê jî di vê mijarê de heye."

Welatiyê bi navê Mustefa Remedan jî wiha axivî: “Tu binpêkirin nema ku dewleta Tirkiyê li Efrînê nekir. Dar birîn, zarok kuştin û niştecihên resen dan koçbekririn. Îro jî dîwarên qutkirina Efrîn ji Sûriyê lê dike. Wekî ku çawa beriya niha Lîwa Îskenderon ji Sûriyê qut kir."

Remedan destnîşan kir ku gelê Kurd dê vî tiştî qebûl neke û wiha got: “Bi mezin û biçûkên xwe ve li pêşberî erkeke dîrokî û çarenûsî ne. Divê em di demeke nêz de rizgar bikin."

Welatiyê bi navê Îbrahîm Heyder ê ji taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo diyar kir ku mala wî li nêzî sînor e û wiha got: “Ji sala 1972‘yan ve Tirkiye cara çaremîn e xaka Sûriyê parçe dike û tev li xaka xwe dike.” Heyder bi destê xwe îşaret bi darên li pişt dîwarê çîmeto ku dagirkeriya Tirkiyê di navbera Nisêbîn û Qamişlo di sala 2016‘an de lê kiriye, kir û got: "Sala 1972‘yan de me di bin wan daran de dilîst, ew dar ên xaka me bûn ku Tirkiyê qut kirine."

Îbrahîm her wiha bal kişand ser ku Tirkiyê bi lêkirina dîwar li ser sînor, bira, pişman û xizm ji hev qut kirin.

Îbrahîm Heyder di dawiya axaftina xwe de got: “Desthilata Sûriyê ji sala 1972‘yan de li hemberî binpêkirinên Tirkiye dengê xwe nake. Em bang li gelê Kurd dikin ku li hemberî binpêkirinên Tirkiyê rabin serhildanan. Kurdistan kirin 4 parçe, niha jî hewl didin dîsa parçe bikin."

(bb)

ANHA


Mijarên Din