Tirkiye vê carê jî bi rêya madeyên hişbirê ciwanên herêmê dike hedef

Tirkiyê bi riya sînorên xwe yên ne rewa yên bi herêmê re hewl dide bi rêbazên nû êrîşî herêmê bike. Tirkiye bi riya madeyên hişbirê yên ku derbasî herêmê dike ciwanan dike hedef.

Hikumeta Tirk ti rêbaz an jî wesîleyek nehişt û bi kar anî da ku şoreşa gel a li Bakurê Sûriyê bişkîne. Dema ji aliyê leşkerî ve têk çû vê carê bi rêbazên din hewl dide bikeve nav civakê û binesaziya wê ya ciwan hilweşîne.

Tirkiyê di van demên dawîn de bi riya deriyên xwe yên ne rewa li ser sînor hewl dide madeyên hişbirê derbasî herêmê bike û civakê têk bibe.

Sînorên Tirkiyê û çeteyên wê sedema belavbûna van madeyan e

Endamê rêveber ê Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî yê Herêma Firatê Salih Mihîdîn ji ajansa me re teqez kir ku kesên girtine li xwe mikur hatine ku madeyên hişbirê bi riya Tirkiyê derbasî herêmê dibin. Mihîdîn destnîşan kir ku wan rê li pêşiya hewldanan girtine û kesên wî karî dikin binçav kirine.

Mihîdîn diyar kir ku madeyên hişbirê herî zêde ji sînorên çeteyên “Mertala Firatê” derbasî herêmê dibin û wiha got: "Me gelek astengî derbas kir heya ku me ew sînor girtin. Lê tevî wê jî ew dîsa bi rêbazên veşartî wî karî dikin."

Girêdayî mijarê gelek rojname, malperên çapameniya herêmî û navdewletî raporên girêdayî tevliheviya ewlehiyê li herêmên “Mertala Firatê” weşandin. Li wan herêmên ku ji hêla Tirkiyê ve hatine dagirkirin rojane sûcên ji kuştin, dizîn, talankirin, revandin û koçberkirin têne kirin.

Mihîdîn bal kişand ser hemleyên Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên di vî warî de û wiha got: “Ev hemle berhemdar in. Haletên birina hebên hişbirê û bazirganiya wê bi awayekî mezin li herêmê kêm bûye.”

Hêzên Ewlehiya Hundirîn di 10’ê Çileyê de li  Kobanê komek ji 10 kesan ku bazirganiya hebên hişbirê dikirin girtin. Wê komê bi taybet li ber deriyê dibistanan heb belav dikirin.

A balkêş ew e ku hebên hişbirê bê pere li zarokan belav dikirin.

Tevî wê jî di navbera 2`yê Sibatê û 1`ê Adarê de komek din ku ji 8 kesan pêk dihat li Kobanê û Minbicê hatin girtin.

Endamên vê komê hebên hişbirê yên ji herêmên “Mertala Firatê” dianîn di nav herêmên Minbic û Kobanê de belav dikirin.

Zarok di radeya yekemîn de tên hedefgirtin

Li gorî serjimariya Hêzên Ewlehiya Hundirîn bazirganên hebên hişbirê çîna ciwan a ku temenê wan di navbera 14 heya 17 saliyê de dikin hedef. Ev çîn binesaziya civakê tê hesibandin.

Gelek cureyên hebên hişbirê têne belavkirin, lê ya herî zêde xeter e, madeya Eroîn, Kokaîn û Afyonê ku ji madeyên herî bi hêz êşê diseknîne. Ji ber ku madeyên wê yên kêmyawî yekser bandorê li mêjî dike.

Gelek lêkolînên zanistî destnîşan dikin ku bengî sedema sereke ya sûcên ku li tevahiya cîhanê pêk têne ye. Li gorî ajansa Roja 7`an Plus a Misrê sûcên ku li Misrê rû didin bi rêjeya ji sedî 79 ji ber bikaranîna madeyên hişbirê ye.

Her wiha rola malbatê di zanakirina zarokan de girêdayî xeteriyên madeyên hişbirê gelek girîng e. Eleqedariya malbatê bi zarokên xwe re belavbûna vê diyardeyê di nav civakê de bi rêjeyek mezin kêm dike.

Endamê rêveber ê Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî Salih Mihîdîn di dawiya gotinên xwe de pêwîstiya avakirina nexweşxaneyên taybet ji bo dermankirina haletên bengî teqez kir. Her wiha destnîşan kir ku li Herêma Firatê ji bo dermankirina bandorên madeyên hişbirê yên derûnî û bedenî ti navendek taybet tune ye.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din