TJA: Li dijî asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê tê bikoşin

TJA’yê bi boneya Roja Zimanê Dayikê daxuyaniyek da û got “Li dijî asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê tê bikoşin. Her malek bila dibistaneke zimanê dayikê be.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyeke der barê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de wiha got: “Tu tişt ji îşkenceya ku bi asîmîlasyonê didomînin ne bibandortir e. Qîrkirina çandê, huner û civakê pûç dike, bê refleks dike.”

TJA’yê bi domdarî wiha got: “Her wiha piştî pûçkirinê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne û mirovan dike robot. Kesê ku ji zimanê xwe qut dibe, ji keyxweşî, xemgînî, çand, polîtîka û azadiya xwe dur dibe û di nava sîstemê de winda dibe. Ji bo hemû gelan nirxên pîroz hene. Ziman jî yek ji van nirxan ya sereke ye. Netew dikarin bi zimanê xwe hebûna xwe biparêzin û bi vî rengî xwe mayîn de dikin. Dema ku dewletên dagirker dixwazin nateweyek ji holê rakin berî her tiştî zimanê gel, çand û kevneşopiya gel qedexe dikin.”

TJA’yê dagirkerî û mêtingeriya li ser Kurdistanê bi bîr xist û got: “Çi qas dek û dolab hene yekem li hemberî zimanê Kurdî hatiye bi kar anîn, piştre li hember gelê Kurd, ji bo pişaftina gel her cure êrîşên hovane hatine kirin. Lê zimanê Kurdî ewqas zimanekî qedîm e ku îro gelê Kurd gihaştiye vê deme” û wiha bang kir:

 “Werin em bi hev re têkoşerê azadiya ziman bin da ku em azad bibin. Zimanê dayikê bibe zimanê perwerdê ev mafekî hem însanî, hem wicdanî, hem exlaqî û hem jî qanûnî ye. Sînorê ziman sînorê cîhanê ye, bê ziman jiyan ji sînoran nafilite. Heta zimanê dayikê ne azad be em ê tê bikoşîn, xwe ji asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê xwe bifilitînin.

Bi vê çarçoveyê em Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz dikin û em bang li hemû Kurdan dikin ku hemû jiyana xwe bi kurdî bihûnin û bixemilînin. Li dijî asîmîlasyon û pişaftinê xwedî li zimanê xwe derkevin, bi kurdî bixwînîn, binivîsin û biaxivin. Li dijî asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê tê bikoşin. Her malek bila dibistaneke zimanê dayikê be.”


Mijarên Din