‘Têkçûna dewleta Tirk wê bi destê jinan pêk were’

Endama rêveberiya Meclisa Edaleta Jin a Kantona Qamişlo Henîfa Mihemed got: “Armanca Tirkiyê ji hedefgirtina jinên Kurd ew e ku nahêle dengê jinê bilind bibe. Têkçûna dewleta Tirk wê ji destê jinan be.”

Dewleta Tirk a dagirker, planên dagirkirina Rojhilata Navîn didomîne. Eger heta niha dewleta Tirk di dagirkeriya Rojhilata Navîn de biser neketibe, sedem berxwedana gelê Kurd, bi taybet jî jinên Kurd e. Lewma jî dewleta Tirk a dagirker bi rêbazek herî hovane êrişî gelê Kurd û jinan dike.

Di 23`ê Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker bi balafira bê pilot êrîşî maleke sivîl a li gundê Hilincê yê bajarê Kobanê kir. Di encamê de 2 endamên Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl û dayîka endamek Kongreya Star Emîna Xelîl Weysî şehîd bûn.

Endama Rêveberiya Meclisa Jin a Kantona Qamişlo Henîfa Mihemed têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivî.

Henîfa, bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinê û wiha got: “Dewleta Tirk hertim xwestiye dengê jinê qut bike.”

Henîfa şehîd Hevrîn û  Eqîda bi bîr anî û got: "Jinên ku di nava kar û xebatên civakî de cih digirin jî ji aliyê dewleta Tirkiyê tên hedefgirtin. Dewleta Tirk jinan qetildike, lê piştî jinek şehîd dikeve bi dehan jin cihê wê digirin.  Em wekî jin dibêjin, jina bi rêxistinkirî wê bi serkeve, jina bi rêxistinkirî wê bi hezaran jinan li pey xwe derxe  û bi rêveberiya jinê wê welat azad bibe.”

Henîfa da zanîn ku îro jin bi fikirê Rêber Abdullah Ocalan xwe birêxistin û zane kirine û got: "Ew jina kole, ew jina ku xwe nasnedikir, nema. Îro  bi hezaran jinê di gelek cihan de cih girtiye. Qadên aborî, leşkerî, siyasî û civakî."

Henîfa axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin wê civakê bi xwe re azad bike, em ji ber vê yekê dibêjin wê têkçûyîna  dewleta Tirk li ser destê jinan be".  


Mijarên Din