Têkildarî çandina mayinên li Minbicê çeteyek hate girtin

Li Minbicê Yekîneya Antîterorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê çeteyek ji koma Dirî Firat ku destê wî di bicihkirina mayina ku îro li ser Rêya Cizîrê hatibû bicihkirin de hebû, girt.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku tîmên endezyariyê yên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê mayina Ii ser rêya Cizîrê hatibû bicihkirin bê bandor kir. Piştî wê yekîneyeke antîterorê agahî wergirtin û 2 kesên têkildarî bûyerê gumanbar, şopandin.

Yekîneya Antîterorê yek ji wan çeteyan girt. Wî çeteyî jî di lêpirsînê de li xwe mikur hat ku ew girêdayî şaneyên Dirî Firat e ku desteka xwe ji Tirkiyê digire û armanca wan ew e ku aramî û ewlehiya bajêr tevlihev bike.

Her wiha navendê diyar kir ku yekîneyê miqdarek ji mayinên ku ji bo teqînan li Minbicê hatine amadekirin, girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku tîmên endezyariyê mayinek ku li ser Rêya Cizîrê ya rojhilatê bajarê Minbicê hatibû bicihkirin, piştî agahî ji welatiyan girtin, bê bandor kirin.

(bx)


Mijarên Din