Têkildarî gefên Tirkiyê, ji eşîrên ereban daxuyanî

Eşîrên ereban ên li herêma Sirînê ya Bakurê Sûriyê, rûspiyên eşîrên Sûriyê yên li Tirkiyê hişyar kirin ku nebin alav  ku wê Tirkiyê pê Sûriyê bişewitine.

Li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê roj bi roj berteka gelên herêmê zêde dibe, îro jî kombûna eşîrên ereban ên li herêma Sirînê destekdayîna ji QSD`ê re teqez kirin, banga li gelê Sûriyê kirin ku vegera li welêt, xwe radestî siyastên Tirkiyê nekin û bi hev re rê li pêşiya tevliheviya Tirkiyê bigirin.

Kombûna eşîrên ereban li herêma Sirînê bi beşdariya hejmarek ji rûspî û şêxên eşîrên ereban li navenda navçeya Sirîn a Bakurê Sûriyê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê Casim Dîkan ve hate xwendin.

Daxuyaniya kombûna eşîrên ereban wiha ye:

"Tirkiyê rê li pêşiya bangên gelê Sûriyê yên demokratîk û azadiyê girt, gefên Tirkiyê rola komên terorîst ku gefan li cîhanê dixwe duqat dike, divê Tirkiyê pirsgirêkên xwe yên hundirîn çareser bike û bihêle gelên Sûriyê xwe bi xwe çarenûsa  xwe diyar bikin.

Cîhan dizane ku Tirkiyê bi rejîma heyî metirsiyê li ser herêmê çêdike û dewleta herî zêde destekê dide komên tundrew û teroîstan, nîşana vê yekê jî sînorê xwe ji derbasbûna teroîstan re vekir û xaka Sûriyê ji Cerablus bigere heta Idlib, Bab, Ezaz û Efrînê derkeve dagir kir.

Destwerdanên Tirkiyê di karûbarên Sûriyê de rê li pêşiya bangên azadî û demokratiyê yên gelên Sûriyê girt û Sûriyê ber bi tarîtiyê ve bir, niha jî Tirkiyê hewldana paçekirina Sûriyê dike,  hewldana afirandina hebûnên girêdayî xwe û di bin desthilata komên selefî û cîhadî ku di wêrankirina welat de roleke wan a mezin hebû, dike.

Em jî wekî şêx û rûspiyên eşîrên ereban ên li herêma Sirînê destwerdanên Tirkiyê di ewlehiya Sûriyê de şermezar dikin û her wiha teqez dikin ku zêdegaviyên Tirkiyê li herêmê û destekdayîna ji komên tundrew re, dê xeteriya van koman li asta cîhanê zêdetir bike, metirsiyê li ser mirovahiyê çêbikin û DAIŞ`ê ji nûve xwe werin zindîkirin, dibe ku Tirkiyê maskekî nû li xwe bike û tev bigere, lewma divê gelên cîhanê baş metirsiya dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Bakurê Sûriyê bizanibe û heke Tirkiyê Bakurê Sûriyê dagir kir, dê komên tundrew û terorîstên DAIŞ`ê da ku aramiya têk bibin, li welatên xwe Ewropayê vegerin.

Li ser vî esasî divê civaka navdewletî beramberî gefên Tirkiyê bê bersiv nemîne û yekser li dijî zêdegaviyên Tirkyê li ser herêmê destwerdaneke aştiyane bike û zextê li ser Tirkiyê bike da ku dagirkirina axa Sûriyê bi dawî bike û ji Sûriyê derkeve.

Şêniyên welat di oxira rizgarkirina xakê ji terorîstên DAIŞ`ê, canê xwe dan û parastina hemû gelên cîhanê kirin, îro jî divê gel beramberî gefên Tirkiyê bêdeng nemînin, ji ber bertekek ji gel dê wijdanê wan bilivîne û fîşarê li ser hikumeta wan bike ku sînorekî ji vê yekê re deyînin, niha dem dema hevgirtinê ye, li dijî dîktatorên hewldana têkbirina aramiyê dikin û terorstan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin, rawestandin e.

Di heman demê de em bang li birayên xwe yên eşîrên Sûriyê li Tirkiyê û bakurê bejahiya Helebê dikin ku ji agirê Tirkiyê re nebin destek, em birayên hev in û birayên hemû şêniyan in, em banga hevkariyê di vemirandina vî agirê ku heke rê li pêşiyê neyê girtin, dê ter û hişk bi xwe bişewitîne, dikin.

Îro em banga vegera li xakê dikin û bi hev re şerê heyî rawestînin, di heman demê de em bang li hemû welatiyên Sûriyê dikin ku li dijî çavnebariyên Osmaniya nû ku Erdogan û partiya wî ya faşîst nûnertiya wê dikin, yek rêz bin û destekê bidin projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk, biratiya gelan, ewlehî, aramî, QSD`ê ku erka parastina hebûna Sûriyê girtiye ser xwe.

Her wiha em bang li civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî dikin ku yekser bi erkên xwe rabin, an jî wê herêm hemû derbasî qonexeke nû ji şer û gendeliyê bibe û wê tenê rêxistinên terorîst ji vî şerî sûdwerbigirin.

Di dawiyê de em sozê didin hêzên xwe, xwişik û birayên xwe yên QSD`ê ku em ê mil bi mil di sengeran de li dijî dagir û talankeran bin. Bijî serkeftin bemire îxanet.

(eh)

ANHA


Mijarên Din