Têkildarî komkujiya 25`ê Hezîranê semînerek hate dayîn

Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê semînerek der barê komkujiya 25‘ê Hezîrana 2015`an de ya çeteyên DAIŞ‘ê li Kobanê pêk anî bûn da.

Çeteyên DAIŞ`ê di 25`ê Hezîrana 2015`an de êrîşî bajarê Kobanê kirin û komkujiyeke hovane li bajêr û gundê Berxbatanê pêk anî, di encama wê de 233 sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn hatin qetilkirin.

Yekitiya rewşenbîrên herêma Cizîrê semînerek der barê komkujiya 25‘ê Hezîranê ya li Kobanê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo lidar xist. Di semînerê de endamên Yekitiya Rewşenbîran û endamên saziyên Civaka Sivîl a bajarê Qamişlo û şênî beşdar bûn.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê semîner ji aliyê lêkolînerê dîrokî û Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran şaxê bajarê Girkê Legê Biradot Mîtanî hate birêve birin. Mîtanî behsa dîroka Kobanê, berxwedana şervan û şêniyan û komkujiyên lê hatine pêkanîn kir.

Mîtanî got: "Di dîroka 25`ê Hezîrana 2015`an de komek çeteyên DAIŞ`ê êrîşî kantona Kobanê kirin, di destpêkê de komkujiyeke hovane li gundê Berxbatanê yê başûrê bajêr pêk anî, paşê bi 6 erebeyên çeteyan ku yek ji wan çeka doçka ser bûn ber bi bajêr ve ketin rê."

Biradost Mîtanî wiha dewam kir: "Bi gihahaştina erebeyan li benda kontrolê ya gundê Qumçî, yek ji endamên hêzên Asayîşî ser bendê hîs kir û hewl da wan bisekînin, lê wê demê êdî çete gihaştibûn bajêr, lê endamên Asayîşê li pey wan ketin û hewl dan wan rawestînin, di ketina bajarê Kobanê de şer di navbera endamên Asayîşê û çeteyan de pêk hat, endaman li ber xwe dan heta ku şehîd bûn."

Mîtanî di dewama bûyera komkujiyê de wiha got: "Dema ku çete ketin bajêr, li gelek cihên stratîjik belav bûn, komên çete ku hatin Kobanê ji herêma Sirînê ya li başûrê Kobanê bi dizî hatin û her komek ji hev cuda bûn, paşê li hev civiyan û li herêmeke vala li kantona Kobanê kom bûn, komên çeteyan cilên artêşa azad lixwe kirin û alên wan rakirbûn, bi vê yekê bendên hêzên Asayîşê derbas kirin û derbasî navenda Kobanê bûn."

Her wiha Mîtanî destnîşan kir ku komeke ji şervanên Şemis El-Şemal ku ji şêniyên gundê Berxbatanê ne berê xwe dan gund, piştî 4 seatan ji şer, komên parêzvanên gund dest bi hemleya paqijkirinê dijî çeteyan kirin û şer di navbera herdu aliyan de derket, bi wê yekê çete ji gund derxistin. Gelek çete li gund hatin kuştin û cenazyê 7 ji wan li gund man û erebeyan wan ku locîstik rakibû rûxandin. Yên din jî reviyan.

Di semînerê de, gelek helbestên bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê helbestvan Cindiyê Xezan ê ji Hesekê, Îsmaîl Ebdilqadir ji Til Temirê, Mihemed Kenaş ji Girkê Legê, Ebo Sofî ji Dêrikê, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan helbestvan Bavê Fener, Ebûd Mexsûm ji Qamişlo, Hesen Hesen ji Amûdê û bi navê Jinên di Yekitiya Rewşenbîran helbestvan Hesînê Ehmed, hatin xwendin.

Semîner bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Kobanê bi dawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din