Têkildarî pêşeroja Îranê li Sûriyê civîneke sêalî tê lidarxistin

Rojnameya Şerq El-Ewset diyar kir ku dê di demeke nêz de li Qudsê, ji bo nîqaşkirina dosyaya Sûriyê û di heman demê de balê bikişîne ser hebûna Îranê li vî welatî, civînek li dar bikeve. Civîn dê ji nûnerên Rûsya, DYA û Îsraîlê pêk were. 

Rojnameyê li ser zimanê çavkaniyên dîplomatîk ragihand ku tê payîn serokê Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya DYA’yê John Bolton, hempîşeyê wî yê rûsî Nikolay Patruşev û hempîşeyê wî yê Îsaîlî Muyîr Bin Şebat piştî çend rojan ji bo nîqaşkirina dosyaya girêdayî di pêşerojê de hebûna Îranê li Sûriyê, li Qudsê bicivin.

Rojnameyê bi berdewamî li ser zimanê çavkaniyan got civîn dê bi nave "Gotubêjkirina Ewlehiya Herêmî li Rojhilata Navîn” were lidarxistin. Heman çavkaniyan destnîşan kir ku ev hevdîtin dê li gorî lihevkirina di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokê DYA’yê Donald Trump a di çarçoveya mîsogeriya parastina Îsraîlê de, were lidarxistin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku her sê alî dê li "nexşerêyê" bigerin. Nexşerê dê girêdana di navbera DYA û hevalbendên wê de der heqê pêşkêşkirina"motîfan" ji Moskova re li Sûriyê be, wekî avakirin û rakirina cezayan. Li hemberî van motîfan jî dê Rûsya li gorî "kirdariyên berbiçav" ku girêdayî kontrolkirina rola Îranê û xebata siyasî ne, tev bigere.

(eh)

 


Mijarên Din