`Têkiliyên bazirganên madeyên hişbirê bi îstîxbarata Tirkiyê re hene`

Endamê rêveber ê Nivîsgeha Têkoşîna Li Dijî Sûcên birêxistinkirî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku bazirganên narkotîkê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rasterast peywendiyên wan bi MIT a Tirk re heye. Li ser vê bang li welatiyan kir ku bi wan re alîkar bin û rê li pêşiya xeteriya narkotîkê bigirin.

Êdî madeyên hişbir xeteriyeke mezin li ser şêniyên civakan çêdikin û di demên dawî de gihaşt asta ku hêz û sîstemên destpot wan li dijî civakê wekî çekekê bi kar bîne û ciwanan bike aramnc, da ku bê çare bimînin, pê re jî tevgera civakê tarûmar bibe. 

Ev diyarde ne tenê bandorê li tenduristiya kesên madeyên hişbir bi kar tînin, dike lê belê li civatê tevdî dike û dibe sedem ku sûcên revandin, dizî û qetilkirinê û civakeke bêexlaq were avakirin.

Ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê û avakirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk ve armanca firotina vê madeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate diyarkirin ku ew jî dewleta Tirk a dagirker, bi hemû rêbazan hewl dide di nav ciwanan de belav bike û civakê parçe bike.

'MADEYÊN HIŞBIR ÊN NÛ DERBASÎ HERÊMÊ KIRINE'

endamê rêveber ê têkoşîna li dijî sûcên birêxistinkirî ya hêzên ewlekariya hundirîn a herêma cizîrê cûdî omer axivî û got: "piştî artêşa tirk a dagirker bajarên serêkaniyê û girê spî 2019`an daigir kir madeyên hişbir bi awayekî balkêş derbasî herêmê hate kirin. piştî van êrişan bi milyonan madeyên hişbir û madeyên nû ku hîn zêdetir xeter in derbasî bakur û rojhilatê sûriyê bûn ji wan, krîstal."

Madeya Krîstal rasterast bandorê li endamên laş û kîmya mêjî dike, her wiha zirareke mezin digihîne kesê vê madeyê dikişîne.

Omer diyar kir ku piştî şopandin û lêpirsîna bi koma Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew girtine, hate eşkerekirin ku têkiliya bazirganên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rasterast bi MIT a dewleta Tirk a dagirker re heye.

Omer anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker rûberke mezin ji xaka Sûriyê dagir kiriye, lewma di demên dawî de li herêmê hejmara bazirganên vê madeyê zêde bûye û hevkariya wan bi MIT a Tirk re heye, di heman demê de hewl didin herêmên wan bikin bazara firotina narkotîkê da ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn beriya niha bi daxuyaniyekê ragihandibû ku 570 kesên ji destpêka 26` Hezîrana 2012`an û heta 26`ê Hezîrana 2022`an narkotîk li herêmê difirotin, girtine.

ARMANCÊN FIROTINA MADEYÊN HIŞBIR

Têkildarî armanca belavkirina madeyên hişbir li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cûdî Omer wiha axivî: "Du armancên wê hene, ya yekemîn herêmên me bibin cihê firotina van madeyan û rasterast dewleta Tirk sûdê jê werbigire û ya duyemîn jî di şexsê ciwanan de binesaziya civakê derbe bike."

Omer diyar kir ku bi vê siyasetê hewl didin nirxên civakê bin pê bikin û bê exlaq bikin, di heman demê de hêzên dînamîk anku ciwan bixin xizmeta berjewendiyên dijmin.

Her wiha Omer balkişand ser sedemên hedefgirtina ciwanan û got: Ciwan bingeha civakê ye. Di avakirina civakê de di aliyên siyasî, leşkerî, aborî û civakî de di radeya yekemîn de ciwan bingeh in. Bazirganên vê madeyê jî, hewl dide bi rêya hedefgirtina ciwanan projeya Rêveberiya Xweser têk bibin ku hêza xwe ya dînamîk ji wan digire.

PARASTINA HERÊMÊ JI MADEYÊN HIŞBIRÊ BERPIRSYARIYA HEMÛYAN

Cûdî Omer îşaret bi mekanîzmeya karê têkoşîna li dijî sûcên birêxistinkirî û têkoşîna li dijî madeyên hibrê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirên kir û got: Bazirganên van amdeyên, bi rêya saziyên xwe yên dîjîtal û çavkaniyên xwe yên taybet dişopînin. Dema têkiliyan wan bi van bûyeran îsbat bibe, em wan digirin. Her wiha çavdêrî û lêgerîn li ser bendên kontrolê ji aliyê têkoşîna li dijî sûcan û madeyên hişbirê zêde dibin. Ji bo nasandina xeteriyên madeyên hişbirê li ser civakê û rêbazên çavdêriyê, em semîner û panelan li dar dixin.

Endamê rêveber ê Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî, Cûdî Omer teqez kir ku ew bi tenê nikarin vê diyadeyê di nav civakê de tune bikin, pêwîstiya wê bi alîkariya welatiyan heye ku di rewşên bi guman de agahî bidin hêzê.

Di dawiyê de Omer got: Em hemû rastî vê xeteriyê tên. Di vê dawiyê de zarok jî têne bikaranîn ku madeyên hişbirê bibin û wan wekî MÎT li herêmê bi kar bînin.

ROLA KOMÎNÊ DI HIŞYARKIRINA CIVAKÊ DE

Hevserokê Komîna Şehîd Rûken a taxa Kornîş a Qamişlo Elî Bekir bi Cûdî Omer re di heman fikrî de bû ku rola welatî û komîn di hişyarkirina civakê de ji ber vê xeteriyê heye û got: Divê em alîkariya Hêzên Ewlekariyê bikin da ku rê li pêşiya belavbûna vê diyardeyê bigirin. Em bi hemû hêza xwe hewl didin civakê hişyar bikin da ku pêşeroja welat û ciwanên xwe biparêzin.

Komîn şaneya civakê ya herî biçûk e çi li taxê yan jî taxan. Endamên wê ji şêniyên taxê ne da ku kar û barên xwe, xwe bi xwe birêve bibin di warên xizmetguzarî yan rêxistinî de. Ew nêzî civakê û rewşa wê ye. roleke sereke û pêşeng di hişyarkirina welatiyan de ji şerên taybet ên li dijî herêmê. di wê çarçoveyê de civîn, semîner û panelan li dar dixe.

Elî Bekir diyar kir ku dewleta Tirk ji belavkirina vê diyardeyê li herêmê bi rêya ciwanan armanc dike, civakê parçe bike û hêzên sereke têk bibe.

Hevserokê Komîna Şehîd Rûken Elî Bekir di dawiyê de got: Divê hemû welatî, ji xwe de destpê bike da ku stûna civakê û pêşerojê herêmê ji madeyên hişberê biparêze.

(eh-şx)

ANHA


Mijarên Din