Têkiliyên ENKS’ê û MÎT’a Tirk

ENKS a ku di sala 2011’an de li Başurê Kurdistanê bi teşvika PDK’ê hat avakirin, tenê ji sala 2016’an heya niha 16 civîn bi dewleta Tirk bi taybetî MÎT’ê re, 12 civîn bi PDK ku MÎT jî tevlî dibû, 4 caran ji bo Pêşmergeyên Roj bi Emerîkayê re lidar xistiye. Di van civînan de ku talîmat li ser talîmatê didin ENKS’ê,  armanca avabûna vê encumenê radixe berçavan.

“Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê” (ENKS) di 26`ê Cotmeha 2011`an de li Başûrê Kurdistanê bi teşvika “Partiya Demokratîk a Kurdistanê”(PDK) bi îdeaya netewperestiya Kurd hat avakirin. Armanc û tevgerîna xwe bi temamî li ser talîmat û ferza rêveberan, ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin. Ev yek jî ji civîn û hevdîtinên MÎT’ê yên li Dîlok, Enqere, Stenbol û bi PDK’ê re jî li Hewlêrê derdikeve holê. Lewra me jî xwe gihande agahiyên van civînan, ji pere (fînansmana ENKS) bigire, heta derbarê rewşa Efrînê, daxuyaniyên dijbertiya PYD’ê, YPG/YPJ, amadekariya vekirina qanalên televizyon û her wiha malperên ragihandinê yên ser înternetê, ji bo kampanya ‘Pêşmergeyên Roj’ derbasî Rojava bibin, bi kurt û kurmancî talîmat û ferza ji aliyê MÎT û PDK’ê ve tê kirin re, armanca avabûna ENKS’ê radixe berçavan. Di vê dosyayî de em dê hewil bidin ku bi lidarxistina civînên ENKS yên bi MÎT, PDK û ji bo çeteyên Pêşmergeyên Roj a bi Emerîka re pêk anîne, eşkere bikin.   

Ji 15 partiyan ket 4 partiyan

Destpêkê ENKS ji 11 partiyên Kurd ên li Sûriyê avadibû. Di sala 2012`an de bû 15 partî, lê bi demê re ew hejmar kêm bû û tenê 4 partî man. Ev partî ev in; “Partiya Demokratîk a Kurdistanê bi serkêşiya Ebdulhekîm Beşar û niha Siûd Mele, Partiya Yekîtiya Kurdistanê bi serkêşiya Ibrahîm Biro, Yekîtiya Kurdistanê Ebdulbast Hemo û Partiya Azadî ya Sûriyê bi serkêşiya Mistefa Oso tevî hindek partiyên din.”

ENKS’ê ti gavên cidî ji bo gelê Kurd neavêtiye

Ji destpêka damezirandina ENKS’ê ve heya niha, ENKS’ê ti gavên cidî ji bo gelê Kurd li Sûriyê neavêtine. Lê belê xwe xistiye xizmeta qaşo bi navê Meclisa Niştîmanî ya Sûrî tê naskirin ku niha veguheriye Îtîlafa Niştîmanî ya Sûrî ya ku desteka xwe ji Tirkiyê digire. Her du meclis hewl didin ajandeyên Tirkiyê li Sûriyê pêk bînin.

Dema Meclisa Niştîmanî ya Sûrî `Hevpeymana niştîmanî doza Kurd li Sûriyê` belav kir. Hevpeymana ku bi neteweya Kurd li Sûriyê îtîraf dike û ya ku di reşpelika dawîn a civîna dostên Sûriyê ya Tunisê de hebû, da aliyekî. Ruxmî wê jî dîsa ENKS’ê di dawiya Avrêlê de daxwazên xwe kêm kir û tenê banga nenavendîbûna siyasî li Sûriyê kir. Soza lihevkirina bernameyek siyasî hevpar bi aliyên ku opozîsyona Sûriyê bi nav kir da.

Dev ji gavavêtinê berde nexwest di dibistanan de zimanê kurdî bê dayîn

Ji destpêka Şoreşa Rojava ve ENKS’ê hemû lihevkirinên ku di navbera partiyên Kurd de hatine mohrkirin, binpê kir. Destpêkê Desteya Kurd a Bilind piştre Lêvegera Siyasî ya Kurd. Ji bilî wê jî destkeftiyên gelê Kurd û gelên herêmê bi riya daxuyaniyên xwe reş kir. Her wiha hewl da ajandeyên ixwan muslimîn û Tirkiyê li Sûriyê pêk bîne û dijminahiya gelê Kurd jî di nav de. Bi vê mijarî ve girêdayî ENKS piştî civîna li bajarê Tirkiyê Stenbolê bi MÎT’ê re lidarxist, di sala 2014’an ve dest bi kampanya “divê di dibistanan de zimanê kurdî neyê dayîn, zimanê esasî erebî be lewra dîplomaya rejîma Sûriyê pêwîste ji kurdên Sûriyê re” kir û ji aliyê Serokê wê demî ya ENKS’ê Birahîm Biro ve qenalên ragihandinên tirk û başûrê Kurdistanê digeriya û bang li kurdên Rojavayî dikir da ku li hember vê pergalê derkevin. 

Tevî van hemûyan jî, ENKS îdea dike ku ew li gorî ajandeyên Tirkiyê yên dagirkerî li herêmê naxebite, mînaka wê ya herî dawî jî dagirkirina Efrînê bû. Lê daxuyaniyên rayedarên ENKS’ê bi serkêşiya PDK’ê û Yekîtiya Kurdistanê bi biryarên xwe, xwe derewîn derdixin. Roj bi roj têkiliyên xwe yê bi dagirkeriya Tirk û niyetên wê yên li dijî gelê herêmê re, eşkere dikin.

Ji 2016’an û şûn ve 16 civîn bi MÎT’ê re pêk aniye

Li gor belge û agahiyên ji çavkaniyek jê bawer ku li Hewlêrê dijî hatî girtin, ENKS bi taybetî rêveberên ku li derveyê Rojava ne; Birahîm Biro, Kamîran Haco, Evdilhekîm Beşar, Siyamend Haco, Avdilbasit Hemo û hwd ji 2016’an heya niha 16 civîn bi MÎT’ a dewleta tirk li bajarên Dîlok, Enqere, Stenbolê ya Tirkiyê, 12 civîn li Hewlêrê bi berpirsiyarên îstîxbarata KDP’ê Parastin 4 civîn jî bi rayedarên Dewletên Yekbûya Amerîka (DYA) re bi taybetî li ser mijara ji bo çeteyên Pêşmerge Roj ên li Baregeha Batûfa ya li ser bajarê Misûlê ya dewleta Tirk perwerde dîtine, derbasî Rojava bibin, pêk anîne.

Encamên civînan ji Parastin û navenda ENKS’ê re hatine raporkirin

Li gor agahî û belgeyan ku çavkanî radigihîne, herî girîng 8 ji van civînan rêveberên ENKS’ê yên tevlî bûne ji îstîxbarata Parastin a KDP’ê û navenda ENKS’ê re rapor kirine. Li gor raporan, di civînan de yê herî zêde li ser navê dewleta tirk tevli dibin navên berpirsiyarên maseya Lubnan û Sûriyê ya MÎT’ê, Bariş Ulusoy, Burcu Tuncer, Sînan Alhan, Sedat Unal û Abdulkerîm Kara derbas dibe. 

Di civîna 29’ê sibat 2016 (29.02.2019) de di navbera berpirsên dosyaya Sûriyê yên girêdayê Serokwezîrê Tirkiyê û Evdilhekîm Beşar, Kamîran Haco de civîn pêk hatiye de encamên civînê wiha hatiye raporkirin: “Ji me xwestin ku em wekî meclîs watanî yê kurdî tevlî civînê yekitiya kurdên serbixwe (ev rêxistin li tirkî bi destê tirkan li Stanbol çêbu) bibin. Tê xuyakirin ku alaqatê tirka yê xurt û germ bi van re heye. Li gorî ku me fêmkir tirk dixwazin bi rêya vê kombuna mezin û bi ragihandineke berfireh û bi amadebuna gelek kesan mesajekî bide hêzên navnetewî û yên herêmî. Hedefa wan jî ji vê ewe ku PYD ne nunerê kurdane, nunerê kurdan evin û ev alîgirê me ne.

Me şertê xwe ji wan re wisa got; ‘Divê cihê civînê bê guhertin û civîn li Hewlêrê çêbe. Me got ji bo çuyîn û hatina me rehettir be. Me got divê amadekariya vê civînê ENKS bike û bi yekîtiya kurdên serbixwere tensîq bike. Her wiha me got xeleka tevlîbuna vê civînê divê firehtir be. Ne tenê em herdu alibin. Me xwest ku xuya bike ku ew yekitî ne qasî ENKS’ê ye.

Tirk ji guhertina cihê civînê nerazîbûn. Ji ber ku pir girînge ku ev civîn li Tirkiye çêbe. Her wiha Tirkan gotin hem ji bo desteya alaqatan hem ji bo meclîsa ENKS ji bo daxwaziyên we em amadene.

Tirkan gotin Ji bo perwerdekirina pêşmergeyên rojava em bi hukumeta başur re di nava tensîqê de ne.

Ji bo ku hun buroyeke ENKS li Brukselê vekin em ê pere bidin we. Ji bo ku xwendekarê kurd li tirkî bixwînin em ê binesaziya wê amade bikin.

Me ji tirkan re tekîd kir ku em ê bi hukumeta başur re di nava tensîqede bin.”

Tirkiye 20 hezar dolar dide ENKS’ê

Di 4’ê cotmeha 2016’an de ku dîsa Evdilhekîm Beşar û Kamîran Haco bi heman rayedarên dewleta tirk re li Stenbolê civînê li dardixin, encam wiha tê raporkirin; “Me ji tirkan re got em nameya ku desteya bilind ya opozîsyonê ji me re rêkiriye qebul nakin. Taybet em xala yekemîn napejirînin. Ji ber ku wan tekîd kiriye li ser nasnameya Erebî û îslami ya li Sûrî ye.

Terefê tirkan got ev tiştana wê di pêşerojêde bêne sererastkirin. Li hevkirina we û desteya bilind ya opozîsyonê wê pratîkeke baş derxe. Em ê di aliyê xwede kar bikin, çi ji destê me bê em ê bikin ji bo avakirina baweriya di navbera opozîsyon û meclîsa kurdî de. Dîsa tekîd kirin ku meclîsa kurdî nunerê rewa yê gelê kurd yê li Sûrîye. Û ji me xwestin ku heyeteke me wekî meclîsa kurdî yan bi wezîrê derva yê tirkan yan jî bi serokwezîrê tirkan re rûne.

Ji bo operasyona Mertala Firatê diyar kirin ku hedefa wan paqijkirina DAIŞ’ê ji bo ku PYD xwe negihîne rojavayê Firatê. Gotın Ji xeynî vê tu armanca me nînin.

Me ji tirkan pirsî gelo hej hun di wê baweriyê de ne ku hidudê bakurê Surî taybet herêmên kurdî wekî we berê ji me re gotî ji aliyê pêşmergeyên Rojava ve were rêvebirin.

Gotin em hê jî di wê baweriyê de ne û ev di mîne li ser hebuna pêşmerge û derbazbuna wan a herêmê.

Tirkan îfadekirin ku agahî li ba wan hene û gotin rejîma Sûrî wê di despêka 2017 de piştî şerekî şiklî di navbera wan û PYD’ê de wê ji Hesekê derkevin. Hedefa vî şerî eve. Dixwazin PYD wekî opozîsyon were xuyakirin da ku cihê xwe di civînên Cinêv de bigirin. Her wiha gotin em amadene ku alîkarî bidin meclîsê da ku xwe biparêzin. Ji 15 heta 100 kesî em dikarin askeriyen perwerde bikin. Di dawî de 20 hezar dolar dan Endamên ENKS’ê.”

 ‘Gotin em ê heqê vekirina televizyonê jî bidin we’

Di dîroka 21’ê kanûn a 2016’an de (21.12.2016) li ser navê ENKS’ê Birahîm Biro û Kamîran Haco tevlî civînê ya li Stenbolê bûne, di raporkirina encama civînê de tê gotin ku hevdîtina wan li ser telkîna hikûma Başûrê Kurdistanê pêk hatiye û rayedarên MÎT’ê soza ku dê ji wan re qenala televizyonekê vekin û ew dê pereyê wê bidin. Biro û Haco, encama hevdîtinê wiha rapor kirine: “Me bi berpirsê dosyeya surî yê tirka re hevdîtin çêkir û me ji wan re got ku hevdîtina me bi telkîna hikumeta başur pêk hatiye.

Ji me re gotin nezîkatiya me ji bo başur çi be ji bo we jî wê wisa be. Gotin em ê bi rêya ragihandinê piştgiriyê bidin ENKS û Pêşmergeyên Rojava. Û gotin em ê alîkariya maddî jî bîdîn we. Û dîsa gotin ku ji bo ku qenalekî televîzyonê bê vekirin divê hun acelê projeyekê pêşkêş bikin. Nêzîkatiyê wan ciddî bû û me jî soz da wan ku emê bi wan re alîkar bin. Ji me re gotin PYD ji bo me xeteriyeke netewiye divê bê îzole kirin, ji bo vê jî divê em û hûn û hikumeta başur hewbeş kar bikin. Ji me re gotin ENKS nunerê rewa yê Rojava ye. Me behsa pêşmergeyên rojava kirin lê wan tiştek negotin.

Tişta me ji tirka nas kir pirani îhtîmamê xwe dane ser Rusya. Gotin me ji Rusa re gotiye divê tu rolê PYD di pêşaroja Sûrî de nebe.

Herî dawî wek e cara din 20 hezar dolar alîkarî dan me. Lê me ji wan re got îhtiyacê me bêtir ji vê meblaxê heye.”

 ‘Li ser Peşmergeyên Roj em rexne kirin’ 

Biro û Haco civîna ku di 24’ê tîrmeha 2017’an de dîsa bi heman rayedarên dewleta tirk re civîn lidarxistine, di rapora encama civînê de balkişandin ser civînên opozisyona Sûrî, derbasnebûna Peşmergeyên Roj a axa Rojava û ev tişt gotin: “Di civînê de tirkan em rexne kirin. Û gotin hinek rêveberê we yê meclîsê di civînên opozîsyona Sûrî de carina gotinên nêzîkî PYD dikin. Gotin em qebul nakin ku di qada navnetewî de cihê PYD çêbibe. 

Tirkan got PYD bi we re li Qamişlo, Hewlêr û Silêmaniyê hevdîtinên veşartî çêdike. Lê me ev qebul nekir, me got ev agahî ne rastin. Tirkan got em ji projeya piştgiriya Amerîka ya ku dide PYD ditirsin. Tirk nerazîbun û gotin çima heta niha Pêşmergeyê Roj derbasî Rojava nebûn e.

Ji bo vê meselê derbasbuna pêşmergeyan tirk pir bê hêvî mane lê gotin em hêviyê xwe qut nakin. Gotin emê ji we re qenalekî televîzyonê vekin.

Di civînê de tirka bi tundî gazincê xwe li me kirin û gotin me ji were got di hilbijartina serokê opozîsyonê de pişta Xalid Xoca bigirin lê we pişta Riyad girt. Û ew derket. Dîsa di daxuyaniyê we de hun rexne li Tirk’an dikin.

Ji ber van sedeman alîkariya maddî ya ku tirkan ji meclîsa kurdî rê dikir hate qutkirin. Û tirkan got ku DYA alîkarî û piştgiriya dida opozîsyonê qut kir û evê bandoreke neyinî bike.

Û gotin ji bo referanduma başur niha zemin ne guncave. wê deskeftiyên heyî jî windabikin û bixusirin.”

 ‘Me li ser PYD’ê belge da tirkan’

Biro û Haco di rapora encama civîna 23’ê tîrmeha 2017’an de (23.08.2017) ku bi berpirsiyarên MÎT’ê Sedat Unal û Abdulkerîm Kara re pêkanîne, li ser têkiliya wan a bi PDK’ê re, şandina Pêşmergeyên Roj û di dawî de jî belgeyekê li ser kiryarên PYD’ê radestê wan kirine, bal dikşîne. Di raporê de ev tişt tên gotin: “Di civînê de nunerê tirkî Abdilkadir got; ‘ ji hevdîtina me ya dawî vir de me ji bo erkê rêveberiya siyasî kar kir. Ji bo sazkirina meclîsê û ji bo piştgiriya we me kar kir. Em bi reîscumhur Erdogan şêwirîn, em bi serokwezîr şêwirîn û me nêrîna wezareta derve jî girt. Û em gihan wê qeneatê ku piştgiriya meclîsa we bikin. Di milê siyasî, maddî û ragihandin de em ê piştgiriya we bikin.

Me wekî ENKS li ser PYD û kiryarên wan yê ne baş belgeyek da tirkan. Ew ji vê belgeyê gelekî kêfxweşbûn. Û gotin tiştê wekî belgefîlm, suret û vîdeo bêhtir tên bikar anîn. Ji me xwestin ku em wana peyda bikin. Li ser vê me ji mekteba xwe ya şopandinê ya ku li Hewlêrê xwest ku ji Rojava wana bixwazın. Dîsa me ji hevalê xwe yê di nav opozîsyona Surî re jî got ger ev tiştana li gel we hêbin ji me re rê bikin. Me ji tirkan re got di nava ENKS de partiyê esasî partiyê dîmokratî û partiyê yêkitiye (PDKS û Partiya Yekitî). Li ser vê tirka jî got raste yên din hinekî ji we cudatirin.

Me ji tirka re got teqez em hikumeta başur wekî mercehê xwe yê siyasî dibînin. Me got ew hêz didin me, îmkan didin me, em bêyî wan qerarên stratejîk yên ji bo pêşerojê nagirin. Hebuna wana têkiliyê me û we jî hêsantir dike. Me ji bo meseleya pêşmergeyê Roj got divê bi temamî girêdayî başur be û bi were jî di nav tensîqêde be. Lê belê tirkan got grubeke me rasterast li ser vê mijarê disekinin. Ew li başur in. Û dan û standinê wan raste rast bi hukumeta başur re hene. Tirkan got tiştê em ji we dixwazin tiştên nazarî pratîk bikin. Û gotin em ji we zêdetir dixwazin pêşmergeyê roj derbasî rojava bibin. Ji mera gotin opozîsyona surî we xweşik nasnake. Dibe ku ev kêmasiya me jî be kêmasiya we jî be. Baştire ku hun têkiliyê xwe bi opozîsyonêre xurttir bikin.

Tirkan ji bo civîna Riyadê pirsîn gotin helwesta we çiye? Me got nakokiyên dewletên xelîcî bandorê li ser opozîsyonê dike. Her du alî jî dixwazin opozîsyonê têxin bin kontrola xwe. Hebuna me li wir wê piştgirî bide aliyê ku Tirk piştgirî didinê. Tirkan got em ji civînên Moskov û Qahîre ne razîne ji ber ku we wekî îradeya siyasî tevlî nakin. Hinek kesê we wekî şexis tevlî dikin. Ev terz rê li pêşî vedike ku hinek terefê din jî bi vî rengî di wan civînan de cih bigirin (qesta wan PYD ye).

Me ji Sedat Unal pirsî tiştê me cara berê nîqaş kiriyê we bi Erdogan re parve kirin. Got ‘ min herfiyen parve kiriye. Sedat got; ABD piştgiriya siyasî dide PYD, dibeku berdêlekî biçuk ya vê çêbe. Me got em jî vê dibînin. Û Amerika jî dizane ku PYD nikare bibe parçeyekî Sûriye ya pêşarojê. Û nikare rêveberiya dosyaya siyasî bike. Ji ber vê ev milêf (dosya) niha ji destê Pentagon derket û kete destê Waşînton. Her ku şer siviktir û kêmtir bibe wê têsîra Waşînton zêdetir bibe. Wê li gel PYD zêdetir nerehetî çêbibe. ABD wê zêdetir piştgiriya Ewropa bigire. Ji bo mijara surî Hollanda û İtalya jî wê têkeve nav liv û tevgerê. Û divê em xwe baş amade bikin. Her wiha me ji Tirkan re got mîmar û muhendise mintiqa kurdan yê li Sûriye hunin, ji ber vê em dixwazin bi were kar bikin. Ji bo Reqqa û mintiqê Ereban em wekî PYD nakin, em ê wir ji ereba re bihêlin, emê werin mintiqê kurdan.

Me dîsa ji tirkan daxwaz kir ku alîkariya me ya maddî û ragihandinî bikin. Bersiv dan me û gotin, niha yê ku rêveberiya herêmê dikin PYD ye. Halê hazir em alîkariya maddî jî bidin we valaye, siyasiyen vala ye. Encam nagire. Li rojava hun nikarin tişte di destê xwe de biparêzin. Ji ber ku hêza PYD ya askerî heye. Me pir hêvî ji Pêşmergeyên Roj dikir. Heta niha jî em hêvîdarin. Me ji wan re got heke hun pere nedin ENKS tiştên mayî jî wê tune bibin. Rêveberiya PYD xurte. Em hewcene li hundur buroyê xwe vekin û piştgiriya maddî bidin endamên xwe. Sedat got; va tiştê hun dibêjin raste, emê di nav xwe de vana nîqaş bikin. Got ji bo sazkirina televîzyonê em li ser kar dikin. Emê ihtiyacê teknîkî bidin we lê divê kadroyê wê hûn amade bikin. Her wiha got di hevdîtina pêşiya me de divê hun ji me re bêjin ka PYD xurttir bu yan qelstir bu. Hune di vê mijara PYD de çawa alîkariya me bikin?

Her wiha Sedat, bi rengekî acîl ji me xwest ka kîjan eşîrê ereba bi PYD re ye kîjan li dijî wane, kîjan bê aliye. Got em pêhesiyane ku PYD û eşîr nêzîkî hevdibin. Me ji nêrînê Sedat fam kir ku dixwazin piştgirî bidin eşîrên ereb da ku eşîr bi PYD re şer bikin.

Ji bo pêşeroja Surî rejîm xurttir dibe. Mayîna Beşar kêrî herkesî tê. Pirsa girîng ji me re ew e gelo wê Surî yek perçe bimîne yan na? Ji bo rojhilatê Firatê wê rêveberiyeke hewbeş ya kurd û ereban çêbe yan wê kurd li mintiqa xwe ereb jî li mintiqa xwe hakimbin û tensîqeke wan ya giştî wê hebê?

Sedat got; em ji Amerîka ne bawerin. Em hîsdikin ku li pişt darbeya çêbu ABD hebû. Û di hinek tiştê din de jî. Em li hêviya wanin ku ew li dijî YPG gavên pratîkî bavêjin. Hun jî wexta çun Amerîka ji wan re bêjin ku tirk li benda helwesta we ye li dijî YPG ne.

Dawî de Sedat got ez dubare dikim ji bo televîzyonê em ê kar bikin. Û ji bo ku hun bi xurtayî tevlî civîna Riyadê bibin em ê hewl bidin.

 ‘Eleqata me stratejîk in çi bibe em dev ji hev bernadin’

Di civîna 23’ê Adarê 2018’an de an go hefteyek piştî dagirkirina Efrînê li Enqereyê Haco, Biro û Hewas Egît (Sadun) bi Musteşarê Wezareta Derve ya Tirkiyê Sedat Unal, Berpirsê Dosyaya Sûrî ya Wezareta Derve û kesekî bi navê Kaplan re civîn hatiye lidarxistin. Di civînê de taybetî baldikşînin ser têkiliya xûrt a ENKS’ê û dewleta tirk re û rapora encama civînê wiha radigihîne: “Me wekî ENKS ji tirkan re got em misoger dikin ku eleqetê me bi were stratejîk, dur û demdirêjin. Çi şaştî jî çêbe bandorê li ser pêşaroja alaqatê me nake. Me got ew xirabî û destdirêjiyên ku li Efrînê çêbûn rolekî neyênî li ser tirkî, artêşa azad û ENKS çêkir. Me ji tirkan pirsî wê rêveberiya Efrînê çawa be û tevlîbûna ENKS wê bi çi rengî be? Me got; gelo Pêşmergeyên Rojava heta hejmarekî piçuk jî be di despêkê de dikare li Efrînê rolekî bilîze? Dîsa me got nêrîna we ji bo Rojhilatê Firatê çiye?

Me ji tirkan re got li efrînê divê hun ihtîmamê xwe nedin ser şexsa, divê em îradeya meclîsa kurdî ENKS esas bigirin. Me got artêşa azad ne bi disiplin e, ne bi rêkûpêke, nayê kontrolkirin. Ev bandorê li karê we dike.

Disa me ji tirkan re got di hemû danustandinê me yê bi dewletan re me rolê xwe û kiryarên PYD çine daye diyarkirin. Û me got rexmî ku têkiliyê me bi were 5 salin destpêkiriye û we soz daye lê belê heta niha çi askerî çi maddî tu soz bicih nehatine. Tenê di qada navnetewî de di tiştên girêdayî Sûrî de we piştgiriya me kir.

Dure me ji tirkan xwest ku ji bo Lîjneya Destura Surî ya nû ger îmkan hebin nûnerê kurdan jî tevlî bibin. 

Her wiha me ji tirkan xwest ku buroya me ya li Urfa ya ku ji ber ruxsata wê tinebu ji aliyê polîsan ve hatibû girtin ji nû ve bê vekirin.

Tirkan got: me pişta meclîsa we girt, ji ber ku hun ne terorîstin. Hun nunerê gelê Kurd yê li Sûriyê ne. Lê ji daxuyaniyê we yê ku di merhaleya Efrînê de we dan dihat xuyakirin ku hun piştgiriya PYD dikin. Eger ji bo parastina Efrîn, silameta wê û ji bo gelê wê be ev tişteke, ger hun parastina PYD dikin ev tiştekî dine. Li Viyana jî me ev tişt ji we re got. Lê xuya dike ku têkiliyê me ne saxlemin.

Lê belê pêşeroj dirêje û pêwîste hevkarî û tensîqa me û we hebe. Ger nebe wê bandorê li ser têkiliyên me yê pêşerojê bike.

Ragihandina Ewrupa li hember operasyona Şitlê Zeytûnê tehrîkê dike. Heta NY (Neteweyê Yekbûyî)  jî ferq û cudahî xist nava tiştên ku li Efrîn û Xuta qewimîn. Rexmî ku ferqa Xuta û Efrîn mezin û zelal bû.

Em ji we dixwazin ku hun di axaftinên xwe de behsa kurdan û kurdayetiyê bikin bêyî ku hûn alîgiriya terorê bikin. Mêtirsiya we ya ji bo kurdê li cihekî tiştekî maqule lê belê uslub û asta xîtabeta we muhimtir e.

Tirkan got şîreta me ji we re li gorî siyaseta me ya li Surî ya gişti û taybet li Efrîn, li rojhilat û rojavayê Firatê divê hun mîsyonekî baştir bigirin. Ne tenê li Efrînê, hewldanên me hene ku em îstîqrar û aramiyê bibin rojhilatê firatê jî. Li vir em meclîsa ENKS wekî şirîkekî muhtemel dibînin. Lê çerçoveya vê hevkariyê dikeve ser rolê meclîsa ENKS’ê bi xwe.  Em ê piştgiriya ku didin we berdewam bikin.

Ji me re gotin ger hun cidîbin, rêveberiyeke rewabin, xwecîhîbin, heqîqîbin bi şertê ku hun têkiliyê xwe bi PYD re qut bikin em amadene. Ger hevdîtinên me bidomin em ê nêrînê xwe ji we re zêdetir zelal bikin. Ji bo Lijneya Destûrî, Rûs û Îran giran tevdigerin. Navên rejîmê yên ku tevlî vê lîjneyê bibin nayên zelalkirin. Wekî isul divê De Mistûra ji nava navên heyî kesên guncav hilbijêre. Me lîsta xwe pêşkeş kiriye. Em hêvîdarin ku hun jî wekî ENKS di nava hefteyekîde lîsteyeke navan rêkin. Ji pênc heta deh navê huquqnas da ku em wan jî tevlî lijna desturî bikin.

Ji bo mijara derbasbuna Pêşmergeyên Rojava ji bo Efrînê em ê vê meseleyê dîrase (nîqaş) bikin.

 ‘Tirk ji daxuyaniya ENKS’ê ya li ser Efrînê aciz bûn’

Birahîm Biro û Kamîran Haco, di 11’ê gulana 2018’an de li Enqereyê bi berpirsên MÎT’ê Bariş Ulusoy, Burcu Tuncer û Sînan Alhan re kirin, bi taybetî li ser daxuyaniya ENKS’ê ya ku çeteyên OSO yên girêdayên dewleta tirk wek e terorîst bi nav kirin, hatiye sekinandin. Biro û Haco, encama civînê ji Parastin û navenda ENKS’ê re wiha rapor kirine: “Despêkê aliyê tirkî axifî û yê ku herî zêde axifî Barış Ulusoy bû. Ji bo daxuyaniya ku meclîsa ENKS’ê ya di 28 ê meha Nîsanê de lidarxistibû nerazîbûna xwe anîn ziman û gotin ku ev daxuyanî û usluba îfadekirinê tenê xizmetê ji PYD’ê re dike. Lê belê mesaja we ya ku we bi rêya telefonê ji opozîsyona Sûrî re rê kir giha meclîsê û kêfxweşiyên xwe anîn ziman. Di encamê de telefona we jî, peyama we ya nivîskî jî başbûn. Her wiha israr kir û got ku ger daxuyaniyên wekî yên 28’ê Nîsanê ku xizmeta PYD’ê dikin bên dayîn wê bandorê li ser têkiliyên me bikin. Û got; meclîsa ENKS nûnerê rewa yê nûnerê Kurd ên Sûriyê ne. 

Bariş pirsî got; helwest û bertekê endamê meclîsa we ya ku ji opozîsyonê re rêkir çî bû.

Me bi awayekî kurtasî tiştê ku di telefonê de me û opozîsyonê nîqaş kir ji wan re got.  Me ji tirkan re got ji ber ku di hundir û derveyê meclîsa me de hinek pirsgirêk hene em pê di êşin. Lê pir girîng e ku em li ser erdê hinek tiştan bikin da ku hem zexta PYD’ê li ser me kêm bibe. Me ji wan re got; heta niha ji wexta ku em di nava danûstandinê de ne we tu piştgirî neda meclîsa me ji bo ku meclîsa me xûrtir bibe û xwe îsbat bike. Dîsa me ji wan xwest ku mecal vekin da ku meclîs û partiyên me li Efrînê kar bikin. Tiştên ku me di civînên berê de ji wan xwestibûn dubare kir. Heta niha tu bersiva ji tiştê ku me xwestî re nehatiye. 

Dîsa me ji wan pirsa Rojhilatê Firatê kir, ka çi plan tê kirin û me got em wan planan nizanin. Îtîfaqî di navbera we û Amerîka de çêdibin? Ger em nizanibin wê li Rojhilatê Firatê jî wekî Efrînê lê were û dîsa tu rolê meclîsa me di pêşerojê de nabe û ev ne di berjewendiyê têkiliyên me de ye. 

Tirkan got; divê em misoger bikin ku careke din hun daxuyaniyên hişk yê wekî we di 28 ê mehê de derxistibû car din dubare nebe, tu kes an jî tu sazî bi vî rengî daxuyanî nedin. Divê em di navbera xwede baweriyê mîsoger bikin. Em li vir bi hev re wekî diplomat diaxifin lê belê sazî û terefê din yê dewleta me ji van daxuyaniyan pir acizin. Em hewl didin ku vî hewayî nerm bikin. Em li hemberê saziyê dewleta xwe fedîkar derdikevin. Em dizanin ku zexta PYD li ser we mezin e. Em çawa dikarin piştgiriya we bikin. Ger em pîştgiriya maddî bidin we hun dikarin xwe ji PYD xilas bikin?

Me got bê guman wê piştgiriya we ji me re pir baş be. Em têkoşîn bi cîhatkaran re (PYD) dikin ku ew cîhed di aliyê askerî, maddî û ragihandinî de mezin e. Rastî jî mayina me ya heta niha li pêşiya wan mucîze ye.

Me ji tirkan re got helwesta we ya li hember referandumê û başur bandorekî neyênî li me û başur kir. Û me got bingeh û piştgiriya me ji başure. Me got cardin tirk û başur têkiliyên xwe baştir bikin evê bandorekî pozîtîf li ser rewşa meclîsê bike.

Wan ji me re got; em berpirsê dosyayê Sûriyê ne û gotin em ê vê wekî notekê bigihînin terefên alaqadar re.” 

ANHA


Mijarên Din