Têkiliyên NATO û dewleta Tirk

NATO ku rêxistineke şerê sar e, bi pêşengiya DYA'yê bi armanca li dijî Pakta Varşovayê ya ku Yekitiya Sovyetê pêşengiya wê dikir, hêzekê ava bike; di sala 1949'an de hat avakirin.

Tirkiye ku wek qereqola pêşîn a NATO’yê ya li Rojhilata Navîn e û wek “qereqola pêşketî" hat nasandin, di sala 1952’yan de serî li NATO’yê da û di sala 1956'an de bû endama NATO’yê. Ji ber rewşa Tirkiyê ya jeopolîtîk dem bi dem rageşî derkeve jî, di esasê xwe de ji bo muxalefeta hundir a Tirkiyê bitepisîne û di êrîşên dagirkeriya derve de di nava NATO’yê re roleke veşartî lîst.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû "Operasyona herî mezin a NATO’yê, bi operasyona navdewletî ya di 9'ê Cotmehê de bi derxistina min a ji Sûriyê dest pê kir."

Piştî AKP hat ser desthilatê ‘Projeya Îslama Nerm’ di rastiya xwe de projeya NATO’yê  bû û li hemberî tepisandina muxalefeta çepgir û Kurdan ‘Kemera Kesk’ hat avakirin. Îro kesê li ser vê Kemera Kesk ku li ser desthilatê ye Tayyip Erdogan e.

Baş e, krîza ku di navbera rejîma Erdogan a ji aliyê NATO’yê ve hat avakirin û di nava NATO’yê de derket holê, çavkaniya wê çi ye?

Tirkiye di sala 1956’an de bû endama NATO’yê.  Krîza yekemîn a Tirkiyê ya li gel NATO’yê, di sala 1964’an de dest pê kir. Serokê wê demê yê DYA'yê Lydon B. Johnson gotibû “Di şerekî pêkan de dê Rûsya jî karibe mudaxaleyî Tirkiyê bike û di vê rewşê de NATO dê bêyî dilê xwe parastina Tirkiyê bike. Li hemberî vê yekê Îsmet Înonu jî gotibû “Dê cîhaneke nû ava bibe. Tirkiye jî dê di nava vê cîhanê de cihê xwe bigire."

Tirkiye di sala 1974’an de dema Qibris dagir kir, DYA li hemberî vê yekê ambargoya çekan danibû ser Tirkiyê.

Tirkiyê jî li hemberî vê yekê baregeha leşkerî ya Încîrlîkê bi temamî da destê TSK’ê. Li Rojhilata Navîn dema çalakiyên gel li Libyayê belav bûn, dema NATO’yê mudaxaleyî Libyayê kir; Erdogan di 28'ê Sibata 2011'an de gotibû “Çi karê NATO’yê li Libyayê heye?" Piştî demek kin jî Tirkiye jî di bin banê NATO’yê de li Libyayê mudaxaleya leşkerî kir.

Têkiliyên Tirkiyê yên bi NATO’yê re piştî Tirkiye S-400 ji Rûsya standin, ket rengekî din.

Tirkiye ku parçeyekî NATO’yê ya li dijî Rûsyayê ku berdewama Sovyetan e, piştî pergala parastinê ji Rûsyayê girt, ji aliyê NATO’yê ve wek "îxanet" hat şîrovekirin. NATO’yê helwesteke hişk nîşan da.

Piştî Tirkiyê S-400 ji Rûsyayê kirîn, welatên NATO’yê û aliyên eleqedar wek “Tirkiye ji ber ji welatekî li dijî NATO’yê çek kirîne, yekitî û tevahiya NATO’yê xistiye talûkeyê" pênase dikin.

NATO jî, bi armanca Tirkiyê li dijî Rûsyayê bigire, di Çileya 2018’an de destûr da ku Tirkiye bikeve Efrînê û Efrînê dagir bike.

Wê demê rayedarên NATO’yê  daxuyanî dan û gotin “Fikarên rewa yên ewlehiya Tirkiyê" û bi awayekî piştgiriyia NATO’yê anî ziman. Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dîsa dema Tirkiyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kir, NATO’yê daxuyaniyek bi heman rengî parve kir.

Lê piştî bi tevahiya cîhanê li dijî cînayet û sûcên şer ên El-Nusra/DAIŞ’ê dengê xwe bilind kir, NATO’yê vê carê got “Tirkiyê ji me re gotibû ev operasyon dê bi sînor bike û ev bawerî dabû" û îtîraf kir ku piştgirî daye Tirkiyê.

Di 26'ê Mijdara 2019’an de li welatên Baltikê yên NATO'yê û Polonyayê, hat plankirin ku li dijî mudaxaleya pêkan a Rûsyayê, tatbîqat bê kirin. Lê Tirkiyê ev yek red kir. Ev yek wek "Di dîroka NATO’yê de krîz û parçebûna herî berbiçav" hat şîrovekirin.

Tirkiyê sedema vetoyê jî wek “Ji ber NATO’yê YPG nexistiye lîsteya rêxistina terorê" nîşan da. Li gorî nûçeya Reutersê Tirkiyê diyar kiribû ku ger NATO YPG’ê bixe ‘lîsteya terorê' dê tatbîqatê erê bike".

Bi taybetî Tirkiye ku bi nêzîkatiya Rûsyayê tê zanîn, ji ber vê hamleya wê, di nava NATO’yê de teza “Tirkiye bêtir nêzî Rûsyayê ye" mafdar derxist.

Li aliyeki din ê hevsengiyê, Tirkiyê nakokiya di navbera NATO-Rûsyayê de bi kar anî û hewl dide bi vê yekê li ser pêyan bimîne.

Di êrîşa dawîn a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ya destê welatên Ewropa girê dide jî “Endamtiya Tirkiyê ya NATO’yê ye".

Macron gotibû “Di NATO’yê de mirina mêjî pêk tê. Ewropa li ser zinarekî mezin e." Macron pêşniyar kiribû ku ji bo alternatîfa NATO’yê “Artêşa Ewropayê" bê avakirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkildarî tevlêbûna Tirkiyê ya NATO’yê wiha gotibû: “Dewleta Tirk, ji ber rewşa jeopolîtîk, di şerê sar ê di navbera hêzên hegemon de ket bin sîwana NATO’yê. Tirkiye, bi tepisandina têkoşîna şoreşger a bi dijwarî û bi komkujiya li Kurdistanê re, xwest bibe cendirmeyê ewle yê li Rojhilata Navîn.

Îro jî hewl dide ku vê rola xwe, li gel hemû navendên sivîl ên faşîst ên pergalê, hêmanên nîvmîlîter bi pêş bixe. Giraniya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn îro li Rojhilata Navîn û rewşa çandî ye. Ev şer tenê bi bêtesîrkirina Îranê, bi îstîkrariya Afganistan û Irakê û piştî êdî Çin û Amerîkaya Latîn ji rewşa gefxwarinê derkeve, dikare bi dawî bibe. Ji ber vê yekê em hêj di nava şer de ne.

Tê payîn ku plana statejîk a dawîn a NATO’yê jî encax heta 10 salan bidome. Hin caran dê dîplomasî û hin caran jî dê tundî zêde bibe. Di roja îro de; dê bi krîza aborî ya bi kontrol û bi tundî mudaxale bikin. Bi şişkelî şer dê li gelek qadan xwe bide nîşan. Bêguman di şerê mezin de her dem hêzên hegemonîk bi ser nekevin.

Gel jî dikarin gelek titan bi dest bixin. Heta hêzên hegemonîk dikarin pergala xwe jî winda bikin. Gel bi pergala xwe dikarin bi ser bikevin."

ANHA


Mijarên Din