Têkoşer Dogan Qendîl li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Dogan Qendîl li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehres a girêdayî kantona Şehbayê spart axê.

Şênî li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafîn kom bûn ji bo ku cenazeyê şehîd Ebdurehman Hiso (Dogan Qendîl) wergirin ku di 16`ê Nîsana 2019‘an de li Helebê li ser erka xwe bû di encama krîza dil de bûbû.

Piştî ku şêniyan cenazeyê şehîd wergirt bi karwanekî erebeyan ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ve ketin rê.

Li goristanê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Birko axivî û wiha got: "Em şoreşa azadiyê dimeşînin, ji ber vê yekê em ê şehîdan bidin da ku şoreşa me bi ser bikeve, ji bo ku em bigihîjin azadiya gelan em amade ne ku canê xwe feda bikin."

Endama Kongreya Star Zozan Hec Xelîl jî got ev hevgirtina di navbera gelan de û yekitiya wan li dijî dijminên ku dixwazin civakê ji hev bixin, mîsogeriya têkbirina hemû projeyên dijminan e.

Her wiha endamê Rêveberiya Meclisa Herêma Efrînê Silêman Cefer jî axivî û got: "Dijmin bi rêya komployên xwe li ser gelê Kurd dixwaze îradeya me wek Kurd û gelê Efrînê bişikîne, lê em nahêlin armancên wan pêk werin."

Silêman destnîşan kir ku divê cîhan bizane ew li kantona Şehbayê di kampan û malên hilweşiyayî de ne, da ku îsbat bikin ku li ber xwe didin heta ku Efrîn rizgar bibe û alên serkeftinê bilind bikin.

Hevjîna şehîd, Qediriyê Menan serbilindiya xwe bi şehadeta hevjînê xwe anî ziman.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê endameke Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata şehîd kirin. Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd hate definkirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din