Têkoşer Ebdulrehîm Ibrahîm li Serêkaniyê hate bibîranîn

Yekîtiya Rewşenbîran û Yekîtiya Mamosteyan a bajarê Serêkaniyê têkoşer Ebdulrehîm Ibrahîm di salvegera wefeta wî ya yekemîn de bi bîr anîn.

HESEKÊ

Îro salvegera yekemîn a wefeta têkoşer Ebdulrehîm Ibrahîm e. Têkoşer Ebdulrehîm Ibrahîm yek ji wan kesan bû ku di nava karwanên aştiyê yên herêma Cizîrê ku berê xwe dabûn Efrînê. Dema ku Ibrahîm li Efrînê beşdarî berxwedanê bû krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Îro bi dehan endamên Yekîtiya Rewşenbîran, mamosteyên bajarê Serêkaniyê û bi dehan şêniyên bajêr tevî malbata têkoşer Ibrahîm beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, paşê bi navê Yekîtiya Mamosteyan a Serêkaniyê mamoste Mihemed Haco axivî û kurtejiyana têkoşer Ibrahîm û rola wî di pêşxistina çand û ziman de vegot..

Haco soza berdewamkirina xebatan heya pêkanîna xewna têkoşer Ibrahîm da.

Di dawiya merasîma bîranînê de, endamê Yekîtiya Rewşenbîran Fuad Sîno, keça têkoşer Ebdulrehîm Ibrahîm Şêrîn Ibrahîm, endama Yekîtiya Rewşenbîran Mîdya Imranî helbestên xwe ji bo bîranîna têkoşer Ibrahîm vegotin.

(şx)

ANHA

 

 

 

 


Mijarên Din