‘Têkoşîn berdewam e heta tecrîd rabe‘

Di roja 8‘emîn a çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Qamişlo de, hate gotin dê xeta têkoşîn û berxwedanê bidomînin heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.

Ji pêkhateyên herêma Cizîrê 180 kes ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li çalakgerên grevên birçîbûnê ev 8 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Konê çalakiyê li parka 19‘ê Tîrmehê ya li taxa Erbewiyê hatiye venda. Çalakî bi dirûşmeya "Em faîşzmê têk bibin tecrîdê bi dawî bikin û li ser xeta netewa demokratîk bimeşin" tê lidarxistin.

Bi sedan şêniyên navçeyên Rojhilat û Rojavayê bajarê Qamişlo, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star, Hêzên Parastina Civakî (HPC), nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl di saetên sibehê de ser herikîn bin konê çalakiyê.

Çalakî bi rêzgirtin destpê kir. Paşê semînerek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate dayîn.

Hevserokê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Ebdulrehîm Hiso axivî û got: "Çalakgerên greva birçîbûnê di girtîgehên faşîzma Tirk de dersek dan dagirkeriya Tirkiyê û pergalên desthilatdar navaroka wê ew e ku dê ti kes nikara vîna gelê azadîxwaz bişîkîne."

Cîgira hevserokatiya Meclisa Navçeya Tirbespiyê Sewra Xelîfa berxwedana Leyla Guven silav kir û got: "Leyal Guven bû pêşenga hemû jinan û mînaka jina berxwedêr a bi biryardar ku zulm û koletiyê qebûl nake."

Sewra di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew xeta têkoşîn û berxwdanê dewam bikin ta tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û daxwazên çalageran pêk were.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din