‘Têkoşîn bi yekitiya gelan û redkirina dîktatoriya Tirk eşkere dibe’

Beşdarên di bin konê grevê de raber kir ku têkoşîna ku îro bi yekitiya gelan eşkere dibe û tevlêbûna berxwedana aştî bi hilgirtina ramanên Ocalan ên çarekirinên dozên herêmê yên li hember dîktatoriya Tirkiyê ya hovane disekine, nîşaneya mîsogeriya gelên herêmê ya berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna tevahî daxwazan e.  

Îro bi sedan şêniyên kantona Qamişlo, saziyên civaka sivîl, endamên PYD’ê yên herêma Cizîrê û Hêzên Parastina Civakî berê xwe da bin konê greva birçîbûnê yê ku ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star a bajarê Qamişlo ve ku bûye 5 roj hatiye vedan da ku piştevaniya berxwedana girtî û parlamenter Leyla Guven û hevrêyên wê yên di girtîgehên dagirkeriya Tirk de ketine grevê, bikin.

Di 2 rojên destpêkê de 200 kes ji şêniyên taxa rojhilatê bajarê Qamişlo ketin grevê. Her wiha roja 3’yemîn û 4’emîn jî şêniyên taxa rojava yên bajarê Qamişlo bi tevlêbûna 133 kesên ji kantonê, nobeta grevê girt. Di roja 5’emîn û 6’emîn de jî şêniyên navçeya Amûdê nobet girt û hejmara çalakgerên grevê gihaşt 195 kesan.

Îro, şandeyên ji şaredariyên kantona Qamişlo, Foruma Olan a Herêma Cizîrê, endamên Partiya Yekitiya Suryan, PYD’ê ya herêma Cizîrê û bi dehan şêniyên herêmê serdana konê grevê kir.

Di bin konê grevê de ji hêla beşdar û çalakgerên greva birçîbûnê ve wek endama rêveber a Komîteya Têkiliyên Derve ya PYD’ê Sebah Osman, endama rêveber a Yekitiya Suryan Nûra Hena hatin kirin ku berxwedana girtîgehan pîroz kir û tekez kir ku ew wek jinên ji tevahî pêkhateyan di şexsê Leyla Guven de nûnertiya jinên têkoşer û parêzvana parastina mafên tevahî pêkhateyan dike, dibînin.

Nûra Hena bal kişand ser ku bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rastî û haveynê gelan hate eşkerekirin û wiha lê zêde kir: "Em îro dibînin ku tevahî pêkhate li dijî faşîzma Tirk a ku dijmantiya pêşketin û hêviyên gelan dike, yek e."

Li aliyekî din jî Sebah Osman dît ku têkoşîna ku îro bi yekitiya gelan eşkere dibe û tevlêbûna berxwedana aştî bi hilgirtina ramanên Ocalan ên çareserkirinên dozên herêmê yên li hember dîktatoriya Tirkiyê ya hovane disekine, nîşaneya mîsogeriya gelên herêmê ya berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna tevahî daxwazan in. 

Her wiha hê jî berêdana şêniyan a bin konê greva birçîbûnê ku ji bo piştevaniya girtîyên di girtîgehên dewleta Tirkiyê de, didime. Li rexê jî çavdêrên li konê îşaret pê kir ku konê grevê dê greviya xwe de heta bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna daxwazên girtiyan, bidome.

(fr)

ANHA


Mijarên Din