'Têkoşîna dayikên Egîd û Zîlanan îro bi dayikên Rêvanan û Milîtanan dewam dike'

Dayîkên şehîdên Kobanê bi boneya salvegera 36’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek dan û got:" Têkoşîna dayikên Egîd û Zîlanan ji berî bi dehê salan ve dest pê kiriye û îro bi dayikên Rêvanan û Milîtanan dewam dike

Daxuyanî li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê bi beşdariya bi dehan ji dayîkên şehîdan hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"21 sal in rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê de ye. Her wiha pîştî ewqas sal di ser komploya navnetewî re ya li dijî rêber Apo derbas bû ku heta niha ji bilî gelê Kurd bi nûnertiya dayikên şehîd û dayikên aştiyê rastiya faşîmê di qadên navneteweyî de eşkere nekiriye. Dayikên şehîdan û dayikên aştiyê li ser esasê ku tecrîda li ser rêber Apo têk bibin, her wiha rêber Apo azad bikin têkoşîna xwe bilind dikin û didomînin.

Têkoşîna dayikên Egîd û Zîlanan ji berî bi dehê salan ve dest pê kiriye û îro bi dayikên Rêvanan û Milîtanan dewam dike, armanca xwe yek e " jiyaneke biwate, jiyaneke birûmet û azad e", têda wekhevî û edalet bi ramanên rêber Apo xwe didê pêş.

Dewleta Tirk êdî ji her kesî ve xuya ye ku dewleteke faşîst, desthildar û bêaxlaq e û neheqiyê li her kesî di her demê de dike, bi taybet ji bo gelê kurd û ji bo rêber Apo, ji bo wê yekê jî wekî dayikên herêma Firatê banga me ji bo hemû saziyên  ku têkoşîna wan ji bo edalet û wekhevî, banga me ji bo hemû dewletên demokrat re heye ku  rêber Apo kesayetekî ji bo hemû mirovahî ye, her wiha têkoşîna xwe jî ji bo hemû mirovahî ye.

Ji bo wê jî her kes ji bo rêber Apo berpirsiyar e û her kes bêdeng bimîne, ew tê wateya ku destê wan di kombloyê de heye.

Banga me jî îro di rojekê pîroz de ji gelê kurd re heye ku ev roj, roja vejînê, ji bo me pir biwate ye û binirx e, her wiha bi hêviyên ku hemû rojên gelan bibin vejînên pîroz.

Berî 36 salan bi pêşengtiya fermandarê mezîn Egîd gavek e mezin a şoreşgerî, fişenga yekemîn di Kurdistanê hat teqandin, têkoşîneke çekdarî bi pêşengtiya Egîdan û Omeran ji bo azadiya Kurdistanê û gelan hat destpêkirin, destanên ku bi Egîdan û Omeran di 15" ê Tebexê de dest pê kiriye îro li Heftenênê û hemû çiyayên Kurdistanê bi Xabûr, Viyanan û Helmetan dewam dike û destan li pey destanê ,roj bi rojê di hemû qadên Kurdistanê de bi şoreşgerên di xeta Egîdan de berfirehtir dibe, hêviyên serkeftinê bi ramanên rêber Apo bêtir her wextê misoger dibe.

Ji ber vê yekê wek dayikên Kobanê li ser esasê vejîna 15ê Tebexê em ê hemû rojên xwe bikin vejîn û têkoşîna xwe bilind bikin, em ê jiyana xwe bikin jiyaneke edalet, wekhevî, her wiha em ê alên şehîdan di her qadên ku xwe dispêrin fikir û ramanên rêber Apo bilind bikin."

ANHA


Mijarên Din