Tîma Destwerdana Destpêkê 670 cenaze ji Goristana Fixêxa rakirin

Tîma Destwerdana Destpêkê nêzî 670 cenaze ji Goristana Fixêxa ya gundewarên başûrê Reqayê derxistin. Ew jî cenazeyên çeteyên DAIŞ’ê û gelek sivîlan in.

Tîma Destwerdana Destpêkê ya bajarê Reqayê di rakirina cenazeyên li Goristana Fixêxa ya ku mezintirîn koma gorî ye ku tê de gelek cenazeyên çeteyên DAIŞ’ê û sivîlan hene, didomîne. Li gorî serjimariya tîmê, hejmara cenazeyên ku hatine derxistin nêzî 670 cenazeyî ye.

Goristan dikeve gundewarên başurê Reqayê li herêma Şamiyê ya başurê çemê Firatê. Tê payîn ku tîm, beşa yekemîn ji goristanê di çend rojên pêş de bi dawî bike.

Di vê derbarê de serokê Tîma Destwerdana Destpêkê Yasir Xemîs raber kir ku tîm di derxistina cenazeyan de ji gorên komî berdewam e û wiha lê zêde kir: "Di çend rojên pêş de dê bidawîkirina xebata li goristana Fixêxa ya beşa yekemîn, bê ragihandin. Piştre jî dê li ser beşa dîtir a gorê ku tê de cenazeyên sivîlên ku çeteyan ew daliqandine, bê xebitandin."

Xemîs bal kişan ser ku agahî ji şêniyên Fixêxa gihaşt wan ku beşa dîtir ji gorê tê de gelek cenazeyên nûçegihanên biyanî yên ku çeteyan ew li bajarê Reqayê kuştine, hene.

Tîma Destwerdana Destpêkê di 9’ê Çileya 2019’an de dest bi xebata li goristana Fixêxa kir. Her wiha gelek cenaze ji komên gorî yên li bajarê Reqayê û gundewarên wê derxistine. Weke goristan Panorama, Stada Reşîd, Parka Lawiran, Parka Spî û ji wê jî zêdetir malên gel jî.

(fr)

ANHA


Mijarên Din