Tîma "Firat Kobanê" xelata turoveyê wergirt

Lîstika dawî ya turonveya fubolê ya "Lehengên Firatê" di navbera Tîma Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Tîma Firat Kobanê de pêk hat. Tîma Firat Kobanê bi ser ket û xelata turnoveyê wergirt.

Bi beşdarbûna 18 tîmên fotbulê yên herêmên Firatê turnoveya "Lehengên Firatê" hatibû bi rêxistinkirin. Îro li Stada Beledî ya bajarê Reqayê lîstika dawî ya turonveyê di navbera  Tîma Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Tîma Firat Kobanê de hate lîstin. Her du tîm piştî çend lîstikan gihaştin qonaxa dawî ya turnoveyê.

Bi dehan ciwanên hemû deverên herêma Firatê, endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Beşîr El-Tirkmanî, nûnerên Meclîsa Sivîl a Dêrazorê amade bûn.

Di maçê de Tîma Firat Kobanê li beramberî Tîma Hêzên Ewlekariya Hundirîn 3/2 bi serket û wekî lehengê turoveyê hate xelatkirin.

ANHA


Mijarên Din