Tîma Hevbendiya Niştimanî bû şampyonê turnuveyê

Di turnuvaya fotbulê ya Kopaya Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd de Tîma Hevbendiya Niştimanî piştî ku li hemberî Tîma Meclisa Sûriyeya Demokratîkbi serket bû şampyon.

Turnuveya fotbulê ya Kopaya Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd 6‘ê Hezîranê ji aliyê Buroya Yekîtiya Werzîşê ya girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve bi beşdarbûna 12 tîman dest pê kiribû.

Maçe dawî ya turnuveyê îro di navbera Tîma Hevbendiya Niştimanî û Tîma Meclisa Sûreyeya Demokratîk de hate lîstin ku herdu gihiştibûn qonaxa dawî.

Di dawiyê de Tîma Hevbendiya Niştimanî bi 5-4 li hemberî Tîma Meclisa Sûreyeya Demokratîk biser ket û bû şampyonê turnuveyê.

Piştî bidawîbûna maçê axaftin hatin kirin. Bi navê Buroya Yekîtiya Werzîşê Jîwar Mihemed û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Şehîdan Şîhan Şêxo axivîn. Kesên axivîn bidawîbûna turnuveyê li lîstikvanan pîroz kirin û girîngiya werzîşê di xurtkirina rihê hevaltiyê de destnîşan kirin.

Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tolhildan Zerdeşt jî li ser navê turnuveyê got: "Zarokên taxa Şêxmeqsûdê roleke mezin di parastina taxê de lîstin, ji bo wefedariya bi şehîdên taxê re me ev turnuve bi navê şehîdên taxê organize kir."

Nûnerên Yekîtiya Werzîşê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê mîdalî dane lîstikvanê herî zêde nuqte qezenkirin û lîstikvanê herî baş û kopayaya asta duyemîn dan Tîma Meclisa Sûriyeya Demokratîk .

Di dawî de kopayay turnuveyê dan Tîma Hevbendiya Niştimanî.

ANHA


Mijarên Din