Tîma Rojava ya fotbulê beşdarî pêşbirka tîmên herî popular ên li Avusturya dibe

Ji ber belavbûna Koronvîrusê tevahiya çalakiyên werzîşê li cîhanê rawestiyan. Bi armanca pêşkêşkirina destekê û teşwîqkirina tîman Yekitiya Werzîşê ya Avusturya Ligalportal hilbijartinek ji tevahiya tîmên futbolê yên li welêt çêkir. Di nav de tîma Rojava heye, da ku tîma herî popular û hezkiriyên wê pir in nas bike. Piştre wê xelatên cuda ji tîmên ku dengên herî zêde bidest bixin belav bike.

Tîma Wezîrê ya Avusturya  ya Ligalportal li ser malpera xwe, linkek ji bo dengdayînê diyar kir, da ku heya 31`ê Nîsanê deng bidin tîmên tev li hilbijartinan bûne. Di nav de tîma Rojava. Endamên tîmê penaberên Sûriyê ne. Di gelek maçan de bi serket û di nav tîmên werzîrê li Awropa de pêştinek baş bi dest xistiye.

Tîm di 2016`an de bi desteka komeleya Kurd li Viyanayê ava bû. Tîm ji komek ciwanên Rojava yên Kurd, Ereb û Suryan ên ku ji herêmên di demên cuda de penaber bûne û li Avusturyayê bicih bûne pêk tê.

Di sala 2018`an de tîm bi ji hêla Yekitiya Wezîrê ya Avusturyayê ve hate erêkirin û awayekî fermî tev li turnuvaya fermî ya Avusturya bû.

Berpirsê tîma Rojava Ferzet Cemîl got ew hêvî dikin destkeftiyên bêtir bidest bixin da ku tev li pêşbirkan bibin. Cemîl destnîşan kir ku Yektiya Werzîşê ya Avusturya bi çavek pensdayînê li wan dinêre. Li ser wê hêvî dikin ku tevahiya şopdar û hezkiriyên tîmê tev li pêşbirkê bibin û dengê xwe bidin da ku dengan bidest bixe û biserkeve.

Hûn dikarin li ser vê linkê dengê xwe bidin:

https://www.ligaportal.at/wien/1-klasse/1-klasse-a/33163-1-klasse-a-waehle-das-beliebteste-hausbaufuehrer-at-unterhaus-team-2020

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din