Tîmên agirkujiyê bang li welatiyan kir ku bi berpirsyarî tev bigerin

Tîmên agirkujiyê yên kantona Hesekê ji bo destwerdana li rewşên şewatê yên di zeviyên çandiniyê de xwe amade dikin.Her wiha endamê rêveberiya tîmê Ehmed Mihdî bang li welatiyan kir ku hişyar bin û bi berpirsyariyê nêz bibin û caxirên pêketî neavêjin nêzî zeviyan

Bi destpêkririna hilbirîna îsal re, tîmên agirkujiyê yên kantona Hesekê xwe amade dikin da ku nehêlin zeviyên welatiyan bişewitin û destwerdana bilez bikin.

Di tîma agirkujiyê de 78 erebeyên agirkujiyê hene, her wiha gelek erebeyên biçûk li ser hemû bajarok û navçeyên kantonê belav in da ku destwerdana lezgîn bikin.

Li kêleka wê tîmê, 3 nuqteyên destwerdanê yên sereke li herêma başûr ji kantonê hene, li wir ku zeviyên çandiniyê pir in, her wiha li bajarokê Mexrûm û navçeyên Şedadê û bajarokê Erîşê.

Heta niha li kantonê derdora 100 donim ji berhema çandiniyê li herêmên başûrê bajarê Hesekê ji ber paşguhkirina welatiyan şewitîn, li gorî ku berpirsên di tîma agirkujiyê ragihand.

Ji bo plana amadekariyê ji mewsima çandiniyê re, tîma agirkujiyê ya kantona Hesekê beriya çend rojan biyarnameyek derxist, tê de wiha diyar kir:

"Divê hemû xwediyên patos û alavan alîkariya derbaskirina cîhazên agirkujiyê bi xwe re rakin da ku xwe ji xetereya şewatê biparêzin, agir bi şênkahiyê nexin, divê şaredarî alîkariya tîmên agirkujiyê bikin da ku agir di zûtirîn dem de vemirandin, cigareyên xwe di erebeyan re neavêjin û beriya biavêjin erdê vemirînin."

Her wiha endamê rêveberiya tîmê Ehmed Mihdî bang li welatiyan kir ku hişyar bin û bi rihê berpirsyariyê nêz bibin û cigareyên pêketî neavêjin nêzî zeviyan, her wiha alîkariyê bi şaredarî û meclisan re bikin da ku di vê mijarê de hişyariyê di nav şêniyan de belav bikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din