Tîmên Agirvemirandinê li Tebqayê parastina berhemên çandiniyê dikin

Tîmên Agirvemirandinê li herêma Tebqayê bi hevkariya aliyên peywendîdar, rê li pêşiya gelek şewatan girt ku li zeviyên çandiniyê yên gelek deverên li bejahiya bajêr belav bûbûn. Şewata herî gur jî ya li bajarokê El-Mehmûdlî yê li rojavayê Tebqayê bû.

Di van du rojên derbasbûyî de bejahiya bajarê Tebqayê rastî gelek bûyerên şewatê li dever û demên cuda de hat.

Rûbera zeviyên ku hatine şewitandin, zêdetirî 370 donim e, ji daran û berhemên ceh bûn. Di vê derbarê de yekser Tîmên Agirvemirandinê yên li herêma Tebqayê bi hevkariya şêniyên herêmê û aliyên peywendîdar berê xwe da deverên şewatê.

Tê zanîn ku rûbera şewata herî berfireh a bajarokê Mehmûdiyê bû ku 23 km li bakurê rojavayê Tebqayê ye. Di encamê de windahiyên mezin gihandin rûbera zeviyên çandiniyê ku zêdetirî 350 donimî ji berhema ceh da ber xwe. Lê yekser Tîmên Agirvemirandinê bi hejamrek ji alavên çandinyê  di nava saet û nîvekê de rê li pêşiya berfirehkirina rûbera şewatê girt.

Her wiha li aliyê rojhilatê Tebqayê jî agir bi 20 donim zeviyê li gundê El-Sefsafa ket, nêzî rûbera 10 donimî agir bi pirêzên li aliyê rojavayê Tebqayê ket û di demeke kurt de Tîmên Agirvemirandinê şewat bi temamî vemirand.

Têkildarî mijarê sedemên destpêkê yên şewatê li gorî kesên şareza bi awayekî giştî li bilindbûna pileyên germahiyê vedigerînin, her wiha li çirûskên ku ji bermahiyên derasan û erebeyan, quncikên cigaran ku mezintirîn metirsiyê vedigerînin.

Hêjayî gotinê ye ku Tîmên Agirvemirandinê yên li herêma Tebqayê ya girêdayî Şaredariya Gel mijara peydakirina erebeyên agirvemirandinê bi armanca di zûtirîn demê de rewşên awarte çareser bikin, gotûbêj dikin.

(eh)

ANHA

 


Mijarên Din