‘Tolhildêr in û dev ji doza xwe bernadin’

Çalakgerên greva birçîbûnê li bin konê grevê yê Herêma Cizîrê dane zanîn ku ew dev ji doza xwe bernadin û diyar kirin ku şopdarê metoda şehîdan in, mîna Heqî Kerar, Kemal Pîr û Mezlûm Dogan.

Îro, bi dehan şêniyên kantona Qamişlo, saziyên civaka sivîl û Foruma Olan a Herêma Cizîrê berê xwe da konê greva birçîbûnê yê ketiye roja 4’emîn a bênavber ku li Parka 19’ê Tîrmehê ya bajarê Qamişlo hatiye vedan ku piştevaniya berxwedana girtîgehan û parlamentera HDP’ê Leyla Guven û Nasir Yagiz, bikin.

Îro, nobeta taxa rojavayê bajarê Qamişlo kete roja 2’yemîn. Her wiha 133 kes ji kantonê tev lê bûn. Li rexê jî şandeyên ji şaredariyên kantona Qamişlo, Foruma Olan a Herêma Cizîrê, Partiya Yekitiya Suryanî û bi dehan şêniyên herêmê serî lê da.

Di vê çarçoveyê de Şemsê Xan Gilo endama Kongre Star bi navê çalakgerên grevê yên di bin kon de axivî û ji aliyê xwe ve îşaret bi vîna jinên azad û sekinandina li hember siyasetên ku hewl didin gelên bi azadiyê bang dikin, qir bikin kir.

Şemsê Xan bal kişand ser ku tevahî gel û pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî cîhan bi yekdest hevgirtî ne û wiha dewam kir: "Ji ber daxwaza me yek e û ew jî jiyana hevbeş û rûmet e." Şemsê Xan raber kir ku dijmantiya mirovahiyê weke dewleta Tirk hê jî red dike gel mafên xwe bistînin. Ji lewre tecrîdê li dijî rêberê navneteweyî Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ferz kiriye.”

Şemsê Xan tekez kir ku berxwedana Leyla Guven û tevahî çalakgerên greva birçîbûnê yên di girtîgehên Tirkiyê de nîşan û sepandine ku gelê herêmê şopdarê metoda şehîdan in weke Heqî Kerar, Kemal Pîr û Mezlûm Dogan û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em dev bi carekê ji doza xwe bernadin."

 Nobeta greva kon her 2 rojan tê guhartin. Dê hemû pêkhateyên Herêma Cizîrê tev li hemleya grevê bi awayekî nobetdarî heta rakirina tecrîda li dijî Rêber Ocalan, bibin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din