Tolik; pincarekî sûdemend e û rakirina wê bi hevkariya jinan

Pincarê tolik li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye û li Efrînê bi ciwaziya rakirina xwe tê naskirin.

Her sal jinên efrînî ji bo komkirina gihayan dadikevin gelî û zeviyan û wan dikin xwarin û şerbet.

Gihayê tolik zêde berbelav e û wekî pela miloxiyê, sebanix, hindibê û cercîr e. Navê tolikê li her herêmekê cihê ye; hin jê re dibêjin tolik, tirşo, caqer û hin jî dibêjin xerdel. Li gel vê yekê rêbaza çêkirina wê jî li herêman cuda ye.

Pincarê tolik bi demsala biharê re li zeviyên nêzî kaniyan û li nava gihayan û derdora daran şîn tê. Tolik xwedan gelek sûdemendiyan e; wekî dermanê kuxikê, îltîhab û hêminiyê ye.

Di milê aborî de jî hin jin serê sibê tolik didin hev û li bazarê difiroşin û pê debara xwe dikin.

Jinên Efrînê yên niha li gundên Şehbayê dimînin, bi armanca komkirina gihayê tolikê bi saetan ji malên xwe derdikevin û xwarina roja xwe dabîn dikin û bêhna xwe li nava xwezayê derdixin.

Jin dema tolikê didin hev, alîkariya hev dikin û heta torbê xwe dadigirin çîrokan ji hev re vedibêjin.

Welatiya bi navê Hesna Mihmed (50) ji gundê Qitmê yê navçeya Şêra ye û niha li gundê Hasîn ê kantona Şehbayê dimîne. Hesna dema pincarê tolikê dida hev, anî ziman ku gihayê tolikê xweş û xwedan gelek sûdan e, ji ber ji ava baranê çêdibe û gihayekî xwezayî ye.

Her wiha welatiya bi navê Emîna Umer (25)  ji gundê Qermiliq ê navçeya Şiyê ye û niha Ii Kampa Berxwedan dimîne, Emîna got: “Ev e 2 sal e em li kampan dimînin lê me terka çanda xwe nekir, em bi hev re derdikevin nava erd û pincar didin hev, bi salan e em vî karî dikin û wekî çandeke me ye.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din