​​​​​​​Topbaran li ser rojavayê gundewarê Eyn Îsa yê didome, balafirên kefşê digerin 

Artêşa Tirk a dagirker rojavayê gundewarê Eyn Îsayê topbaran dike. Balefirên keşfê li ser navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 difirin.

Li gel firîna balafirên şer li asîmana Eyn Îsayê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Hoşan û Xaldiye li gundewarê rojavayê Eyn Îsayê topbaran dikin. Heman demê de balafirên keşfê li ser navçeya Eyn Îsa û rêya M4 difirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev nêzî 4 seatan e ku herêm tê topbaran kirin. Ji ber topbaranê agir derketibû û rêya M4 qût bibû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din