Topbarana dewleta Tirk li rojavayê Girê Spî didome, agir bi zeviyan ket

Dewleta Tirk û çeteyên wê gundewarên rojavayê Girê Spî topbaran dike. Di encamê de agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî gundê  Kopirlik, gundên Qizelî, Şorbenîsk û Sarîncê jî topbaran kirin û ji ber topbaranê şewatê li nav zeviyan rû da.

Topbaran berdewam dike.

ANHA


Mijarên Din