Topbarana li gundewarê bakurê Helebê dîsa destpê kir

Rejîma Sûriyê topbaran û bomberdûmana li dijî deverên di bin serweriya çeteyên Heyet Terîrî El-Şam li bajarokê Kefer Hemrayê yê bakurê Helebê de dîsa destpê kir. Ji aliyê xwe komên çete taxên di bin kontrola rejîmê li Helebê de topbaran kir.

Piştî bêdengiya 48 saetan, balafirên rejîmê Sûriyê ji nû ve gundewarê Helebê bombebaran kirin.

Çavkaniyekî xwecihî ji ANHA‘yê re diyar kir ku hêzên rejîma Sûriyê bi desteka asmanî bajarokê Kefer Hemra yê gundewarê bakurê bajarê Helebê ji nû ve topbaran kirin û nuqteyên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) kirin hedef.

Li gorî çavkaniyê topbaran wekî bersivdayîna topbarana çeteyan li ser taxa Mesakin Sebîl, derdora parka Tariq Bin Ziyad ên girêdayî Helebê pêk hatku di encamê de sivîlek bi sivikî birîndar bû û ziyanên madî çêbûn.

Li gundewarê parêzgeha Lazqiyê jî balafirên Rûsyayê û yên rejîma Sûriyê ji saetên sibehê ve bargehên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li bajarokên "Kebana, Girê Ziwêqat, Riwêsê, Alya, Girê Suriyatel, Tetîbiya û Çiyê Nebî Yûnis topbaran dikin. Li gorî çavkaniyan topbaran heta vê kêliyên didome.

Hate gotin ku komên çete jî derdora Keleha Şelef û Girê Ebû Seed ê gundewarê bakurê Laziqiyê bi hawnan topbaran kirin. Girêdayî ziyanên mirovî agahî nehatin zanîn.

Heman çavkaniyî diyar kir ku li gundewarê Hemayê car caran di navbera  hêzên rejîmê û çeteyan derdikeve. Li gorî çavkaniyê rejîma Sûriyê gundên Erîmê, Mîdan, Xezan û Şerîayê xist bin serweriya xwe.

Li aliyekî din jî, hêzên rejîma Sûriyê bi desteka balafirên Rûsyayê bajarê Xan Şeyxûn topbaran dikin. Topbaran heta vê kêliyê didome.

ANHA


Mijarên Din