Toreyeke nû ji rêzecivînên Astanayê, lê tiştekî nû tê de tune ye

Îro toreyeke nû ji rêzecivînên Astanayê di navbera dewletên ku destwerdana Sûriyê kirine (Rûsya, Tirkiyê û Îranê) dest pê kir.

Dezgehên çapemeniyê yên Rûsî gotin hemû aliyên ku ji bo beşdarî toreya 12`emîn a rêzecivînên Astanayê bibin, gihîştin paytexta Kazakhstan, Nûr Sultan(Astana berê).

Li gorî çapemeniya Rûsî, îro li hotêla the Ritz Carlton civînên dualî û sêalî girtî di navbera şandeyên ji dewletên destwerdanê dikin (Rûsya, Tirkiya û Îran) ku navê “Garantî”li xwe dikin, hate lidarxistin, her wiha nûnerên ji rêjîma Sûriyê û opozisyona girêdayî Tirkiyê, nûnerê navneteweyî Geir Pedersen, nûnerên Urdun bi sîfeta çavdêr, nûnerên Komîseriya Bilind a Penaberan a girêdayî NY`ê û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor tevlî civînan bûn.

Toraya nû bi civîna di navbera şandeyên Rûs û Îranê biserkêşiya nûnerê taybet ê serokê Rûsya li Sûriyê Alexander Lavrentev û Serokê şandeya Îranê Elî Esker Hacî pêk hat. Her wiha serokê şandeya Tirkiyê cîgirê wezîrê Derve Seydat Onal e.

Toreya 12 ji vê rêzê siba roja înê bi dayîna belgeyekê bidawî dibe.

Dezgehên çapemeniyê yên Rûs gotin di nava dozên ku dê bêne nîqaşkirin, avakirina komîteyeke destûrî ya Sûriyê û nîqaşkirina doza komên çeteyan ên li Idlibê.

Rêzecivînên Astana bi destpêkirina sala 2017`an biserkêşiya Rûsya destpê kir. Di wan civînan de, hevpeymanan bi Tirkiyê re hate kirin û rêjîmê piraniya herêmên Sûriyê  careke din xiste bin serweriya xwe. Tenê niha çarenûsa herêmên bê çek ne diyar e.

Li gorî Astana, Rûsya û Îran alîkariya leşkerî pêkêşî rejîmê dikin û vîna rejîmê bidest xistin. Tirkiyê jî ya ku garantiya komên çete û terorê di nav de Heyet Tehrîr El-Şam dike.

(jo)


Mijarên Din

Li Raî teqîn