Tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê sibê ye

Sibê (28`ê Gulanê) tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê ya Tirkiyeyê ku Kiliçdaroglu û Erdogan ketine pêşbirkê, pêk tê.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 14`ê Gulanê de hilbijartinên parlamenteriyê û yên serokkomariyê pêk hatin. Namzetê Tifaqa Milletê Kemal Kiliçdaroglu, namzetê Tifaqa Cumhurê Recep Tayyîp Erdogan, nazmetê Tifaqa Ata Sînan Ogan beşdarî pêşbirka hilbijartinên serokkomariyê bûbûn.

Serokê Partiya Memleketê Muharrem Înce jî 3 roj beriya hilbijartinan (11`ê Gulanê) daxuyanî da û xwe ji namzetiya serokkomariyê vekişand.

Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyeyê (YSK) di 19`ê Gulanê de bi daxuyaniyekê encamên dawîn ên hilbijartinên serokkomariyê eşkere kirin. Li gorî wê, Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,24, Kemal Kiliçdaroglû ji sedî 45,07 û Sînan Ogan jî ji sedî 5,28 deng girtin.

Dengên tu namzetên serokkomariyê têrê nekirin (sedî 50+1) ku di tûre yekekîên de bibe serokkomar. Lewma, hibijartin ji bo tûra duyemîn ma.

Li gorî plansaziya YSK`ê tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê dê sibê (28`ê Gulanê) pêk were. Di vê turê de 2 namzetên herî zêde deng wergirtine, anku Erdogan û Kiliçdaroglu dê bikevin pêşbirkê.

(c)

ANHA


Mijarên Din