‘Trump bêyî şert û merc amade ye bi Rûhanî re bicive’

AFP`ê ragihand ku wezîrê gencîneyê yê Amerîkayê Steven Mnuchin got "Serokê Amerîkayê Donald Trump hazir e hevdîtinê bi hempîşeyê xwe yê Îranê Hesen Rûhanî bêyî şert û merc bike. Lê hemleya zextên giran li ser Tehranê wê bidome.”

Wezîrê gencîneyê yê Amerîkayê Steven Mnuchin wiha got: “Niha serokê Amerîkayê diyar kir ku ew bi hevdîtina bi Rûhanî re bêyî şert û merc kêfxweş e, lê em ê hemleya fişarên giran dewam bikin.”

Ev yek jî piştî çend rojan ji ragihandina Îranê ji mekanîzmayên xwe yên ji bo zêdekirina çêkirina ûranyumê pêk hat.

Reutersê jî diyar kir ku serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî têkildarî bidawîkirina siyasetên wekî fişara li ser welat hişyar kiriye û wiha got: “Tehran dê girêdana xwe bi hevpeymana nukleerî ya sala 2015`an kêm bike.”

Ajansê li ser zimanê Rûhanî wiha ragihand: "Ji DYA`yê tê xwestin ku baş bizane ku fişar sûda wê tune ye û divê dev ji siyaseta fişara li ser Îranê berde, her wiha heke  pêwîst bike dê girêdana xwe bi hevpeymana nukleerî kêm bike."

(eh)


Mijarên Din