Trump careke din gef li Îranê xwar

Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din gefên tund li Îranê xwar û got, gelê Îranê ji ber siyasetên rêjîma wê azaran dikşîne.

Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye: “Serkirdeyên Îranê ti car ji gotinên xweş fêm nakin. Mixabin tiştê ku jê fêm dikin hêz û şiyan e. Amerîka jî bi cudahiyeke mezin xwedî hêza leşkerî ya herî mezin a cîhanê ye ku di nava du salên derbasbûyî de trilyonek û 500 milyar dolar têde xerc kiriye.”

Trump diyar kir: “Xelkê baş ê Îranê bêyî sedem êş û jan dikşînin, serkirdeyên wê jî hemû pereyan ji bo terorê xerc dikin û pereyekî kêm jî ji bo hemû tiştên din.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kiriye ku Amerîkayê bombe û mayinên vedayî yên Îranî jibîr nekiriye ku du hezar welatiyên Amerîkayê kuştin û hejmareke din jî birîndar kirin.

Li ser gotinên Serokomarê Îranê ku di bersiva cezayên Amerîkayê de diyar kiribû ku "Amerîka rast nabêje, çawa daxwaza gotûbêjan dike û ceza jî dixe ser Wezîrê Derve yê welatê me", Trump got, ev gotin tenê wê yekê nîşan dide ku ew ji rastiyan fêm nakin.

Trump gefê dixwe û dibêje: “Eger Îran êrîşî berjewendiyên me bike, em dê bersiveke mezin û tund bidin, di hinek waran de mebesta me xapûrkirin e.”

Amerîka roja Duşemê ceza li lîderê olî yê Îranê Elî Xaminêyî û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf û hin kesayetên din ferz kiribû, lê got deriyê mûzakereyan vekirî ye.

Wezareta Derve ya Îranê ev gav wekî "Girtina dayîn a rêya doplomasî" bi Rêveberiya Amerkîayê re bi nav kir.


Mijarên Din