Trump careke din hişyarî da Îranê

Serokê Amerîkayê Donald Trump peyamek da Îranê û got: "Eger tu  tiştekî bikî, dê şaştiyek mezin be.

Daxuyaniyên Trum di demekê de ku nakokiyan di navbera Washington û Tehranê de zêde bûn, hat.

Rayedarên Amerîkayê girêdayî Îranê danûstandinan dikin bi hevkarên xwe re yê Ewropî re li Brukselê. Li gorî nûnerê Amerîkayê yê taybet li gel Îranê Brian Hook Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo agahiyên istixbaratî girêdayî "komployên" Îranê parve kirine.

Hook got, Washington piştî ku 4 keştiyên bazirganiyê di nav ava herêmî de ya Îmaratê nêzî El-Fecîre rastî kiryarên texrîbî tên, cudahî naxe di navbera Îran û wekîlên wê.

Heta niha tu aliyek berpirsyariya bûyerê negirt ser xwe.

(şx)


Mijarên Din