Trump careke din Îran hişyar kir

Serok Dewletê DYA’yê Donald Trump, carekî din Îran hişyar kir û diyar kir ku divê ‘pir baldar’ be.

Trump di daxuyaniya xwe de got: “Îran di van navberan de pir tiştên xirab dike, pir baldar be wê baş be.” Serokê DYA’yê tiştekî din vekirî negot.

Nakokiyên di navbera herdu welatan de her diçe bilind dibe, Îran roja Duşemê diyar kiribû ku wê sînorê ji bo peymana nukleerê hatibû diyarkirin derbas bike û wê rêjeya uranyûmê bigihîne 4,5’an.

Washington jî li dijî vê stratejiya zextên xwe yên li ser Îranê dewam dike.  Di vê çarçoveyê de guşar zêde dibin.

Herî dawî, roja Sêşemê li ser du parlementerên Hizbullah ên Lubnanî biryara guşaran hatin giritn.


Mijarên Din