Trump cezayan li Xamîneî ferz dike

Serokê DYE’yê Donald Trump îro biryara ferzkirina cezayên giran li Îranê, bi taybet li Xamîneî îmze kir.

Cezayên Emerîkî piştî ku artêşa Îranê balafirek bêmirov a Emerîkeyê li ser geliya Hirmuz beriya çend rojan xiste xwarê tên.

Trump dema biryara cezayên giran li Îranê mohr dikir got, ceza Xamîneî dikin hedef û welatê wî dixwaze sponseriya Îranê ji terorê re rawestîne.

Trump diyar kir ku cezayên nû beriya ku Îranê balafira Emerîkî bixe xwarê dê bihatina ferzkirin.

Trump tekez kir ku DYE`yê nahêle ku Îran xwedî çeka nuklerî be, lê di heman demê de got welatê wî şer naxwaze.


Mijarên Din