​​​​​​​Trump: Di navbera Îsraîl û Îmaratê de peymaneke "Dîrokî"

Serokê DYA'yê Donald Turmp, ragihand ku Îsraîlê û Îmaratê peymaneke aştiyê "Dîrokî" îmze kirin.

Serokê Amerîkayê, Donald Trump got, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Welîahdê Ebû Zabî Mihemed Bin Zayid Al Nehyan “Peymana dîrokî” îmze kirine.

Trump ev peyman bi "Dîrokî" wesifand.

Çavkaniyên Îsraîlê jî gotin, li gorî peymanê Îsraîl paşdexistina projeya îlhaqê ya Defeya Rojava erê kir, li beramberî ku Îmaratê nûnertiya xwe li Îsraîlê veke.

Medyaya Îsraîlê cihekî girîng da vê peymanê. Kenal 7 a Îsraîlê got, Netanyahu dê saet di 7'ê êvara îro de daxuyaniyekê li ser peymanê bide.

Welîahdê Ebû Zabî jî got: " Îmarat û Îsraîlê li hev kirin, ku nexşerêyek ji bo karê hevbeş û peywendiyên du alî amade bikin.”

 


Mijarên Din