Trump: Em şerekî çekdarî li hemberî Îranê dûr naxin

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê got ew şerekî çekdar li dijî Îranê dûr naxin. Her wiha banga danûstandinê li Rejîma Îranê kir da ku li ser peymenek nukleerî nû li hev bikin.

Trump di dauxyaniyên çapemeniyê de got " Em şerekî çekdarî li hemberî Îranê dûr naxin".

Trump got "Divê fermendarên Îranê bi min re têkiliyan ava bikin û rûnin da ku em hevpeymanek nû mohr bikin ku karibe bi wan re bibe alîkar da ku wan ji krîza wan a aborî derxîne."

DYA`yê beriya çend rojan ragihand ku ji ber tehdîdek nû ji aliyê Îranê ve dê keştiya balafir û bombeavêjan B52 şandiye Kendava Ereban.

Demek beriya niha jî Serokê Desteya Erkan a Amerîkî ya hevpar Joseph Danford gotibû biryara şandina keştiya balafirên Amerîkî Abraham Lincoln ji Kendava Ereban re wek bersîva tehdîdên Îranê li herêmê ye.

(şx)


Mijarên Din